Parlementerekî lîbyayî: Ji bilî teslîmbûnê tu rê li pêşiya Wîfaq û Erdogan ne man

Endamê Parlemantoya Lîbyayê Îbrahîm El-Dirsî got: "Hikumeta Wîfaqê rewabûna xwe winda kiriye. Ji ber ku parleman bawerî neda, ji ber nerewabûnê  jî welat firot Tirkiyê û çeteyên Sûrî. Piştî ku Misir şandina leşkeran derveyî sînor erê kir, ji bilî teslîmbûnê tu çare li pêşiya Erdogan û hikumeta Wîfaqê nema."

Endamê Parlemantoya Lîbyayê Îbrahîm El-Dirsî ji ANHA’yê re got: “Artêşa Lîbyayê ji bo şerê Sirte û Cefrayê, amade ye û xetên sor ku serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî ji destwerdana li Lîbyayê deynabû, hêz da artêşa Lîbyayê yên li ser sînorê Sirte û Cefrayê.”

Endamê parlemantoya Libyayê wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ez texmîn dikim ku piştî parlemantoya Misirê şandina artêşa xwe ji Lîbyayê re erê kir û piştî telefona serokê Amerîkî Donald Trump ya bi serokê Misirê El-Sîsî re ji bo agirbestê, tu rê ji bilî teslîmbûnê li pêşiya Erdogan û hikumeta Wefaqê nema."

Parlemantoya Misirê roja Duşemê bi rûniştineke veşartî  daxuyand ku ew şandina artêşa xwe ji Lîbyayê re erê dike. 

(rm)

ANHA


Mijarên Din