​​​​​​​Parlementerekî Lîbyayê: Hikumeta Wîfaq ne rewa ne û nabe tu hevpeymanan îmze bike

Endamê meclisa parlementeran ap0 Lîbyayê Ceballah El-Şêbanî got: “Meclisa parlementeran hikumeta Wîfaq nepejrandiye û bawerî nedaye wê, lewra mafê Serac tune ye ku hevpeymanên wekî ya bi Erdogan re îmze kiriye bixe meriyete. Hikumeta Wîfaq ji bo pêkanîna çavnebariyên dewleta Tirk li Lîbyayê û gefa li dijî Misirê ye.”

Têkildarî rewabûna hikumeta Wîfaqê, hevpeymanên wê bi Tirkiyê re, armancên wê û hewldanên Misirê yên rawestandina  destwerdana dewleta Tirk, ajansa nûçeyan a Hawarê bi endamê meclisa parlementeran a Lîbyayê û serokên Komîteya Kar û Barên koçber û penaberan a meclisê Ceballah El-Şêbanî re hevpeyvînek çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

PIŞTÎ BIDAWÎBÛNA PEYMANA EL-SIXÊRATÊ, HIKUMETA SERAC JI KU REWABÛNA XWE DIGIRE?

Hikumeta Serac ne rewa ye û îradeya gelê Lîbyayê di parlamana ku gel bi hilbijartinên paqij hilbijratiye de, temsîl nake. Hikumeta Serac îradeya navdewletî ku ji bo pêkanîna ajandeyên dewletên mêtînger li ser gelên Lîbyayê hatiye ferzkirin, temsîl dike.

PARLEMENA LÎBYAYÊ BAWERÎ DAYE HIKUMETA WÎFAQÊ?

Meclisa parlementeran a Lîbyayê bawerî nedaye hikumeta Serac, her wiha dadgehên Lîbyayê hemû biryar û peymanên hikumeta Serac betal kirin. Hikumeta Wîfaq ji ber vekişîna bi temamî ya endamên ku nûnertiya herêma Berqayê dikin û hin endamên ku nûnertiya herêmên Fezan û Terabilusê dikin, êdî ne hikumeta Wîfaq e.

HIKUMETA SERAC HÊZA XWE JI KU DIGIRE?

Hikumeta Serac biryarên yek alî dide û bi vê yekê peymana siyasî ya hikumeta Wîfaq Wetenî ku di bendekî xwe de dibêje ku biryarên tên dayîn bi erêkirina tevahî meclisê ye, bin pê dike.

Serac hevpeymaneke diyarkirina sînorên deryayî bi Tirkiyê re îmze kir da ku wê ji artêşa niştîmanî biparêze. Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê wê demê Terabilus dorpêç kiribû da ku bajêr ji mîlîsên çekdar rizgar bike.

GELO HEVPEYMANÊN TIRKIYÊ-SERAC REWA NE?

Hikumeta Serac ne rewa ye. Heke rewa be jî, ne ji erka wê ye ku hevpeymanên bi vê rengî îmze bike. Ji ber ku ew li gorî destûrê û peymana siyasî, ew yek ji mafên desteya zagonsaz e(meclisa parlementeran). Hikumeta Serac girêdayî mîlîsan, Tirkiyê û Qeterê ye. Em hewl didin beriya ku serweriya dewleta Lîbyayê têk bibe, tune bikin.

HÛN BIRYARA MECLISA PARLEMENTERAN A MISIRÊ YA ERÊKIRINA ŞANDINA ENDAMÊN ARTÊŞÊ JI DERVEYÎ ERDÊN MISIRÊ RE, ÇAWA DIBÎNIN?

Biryara meclisa parlementeran a Misirê ya ku rê dide  hikumeta Misirê ku piştgiriya artêşa Lîbyayê bike û dagirkirina Tirkiyê ji her du bajarên digihêjin berav, mêrgên petrolê û kevana petrolê re asteng bike, ne dûr e. Gelê Lîbya û Misirê yek e, malbatek e. Em ê bi sînorê  Sykes-Picot neyên xepandin.

TÊKILIYÊN MISIRÊ-LÎBYAYÊ RÊ DIDIN MISIRÊ KU BI VÊ ROLÊ RABE?

Arêtşa Lîbyayê di sala 1949`an de li Misirê hate damizrandin. Di dema mêtîngeriya Îtalyayê de jî, Misirê destek da Lîbyayê. Gelê Lîbyayê beşdarî şerê Filistînê yê 1948`an û şerê 1967`an bû. Her wiha li dijî Îsraîlê ketin şerê 1973`an û yekem tanka ku xeta Barlîv derbas kiriye, ya Lîbyayê bû.

Lîbya bi balafirên "Mirage", tank, panzêr û leşkeran destek da û beşdarî şerê rizgarkirina Cezairê, şerê li deşta Bîgaa ya Lubnanê li dijî Îsraîlê, şerê rizgarkirina Tunisê ji Fransa bû. Her wiha damizrênerê Tunisa nû El-Hebîb Boriqîbe esil ji Lîbyayê ye.

Biratiya me bi Misirê re gelekî kûr e. Em li ser destê mamosteyên Misirî fêr bûn. Em kêfxweş in ku Misirê aloziya qaşo bi navê Buhara Ereban derbas kir û ji tevlîhevî û têkçûna saziyan xilas bû.

GELO PARASTINA EWLEHIYA NETEWÎ YA MISIRÊ BI DESTWERDANA LI LÎBYAYÊ PÊKAN E, WEKÊ KU SEROKÊ MISIRÊ EBDULFETAH SÎSÎ RAGIHANDIYE?

 Ji mafê Misirê re ye ku destwerdanê li Lîbyayê bike, da ku destkeftiyên gelê Lîbyayê û ewlehiya netewî ya Misirê ji gefên Tirkiyê ku piştgiriyê dide komên radîkal û şaneyên Îxwan Mislimîn ên li Misirê, biparêze. Heke Tirkiye nêzî sînorê rojavayê Misirê bibe, dê ji bo têkbirina ewlehî û aramiya Misirê piştgiriyê bide van şaneyan û wan bixe meriyetê. Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî ku bajarên Sirt û Cefra wekî xetên sor ragihnadin, dê rê nede vê yekê.

(cx)

ANHA


Mijarên Din