Parlemana Lîbyayê Amerîka der barê sûcên Tirkiye-Qeterê de agahdar kir

Şandeya parlemana Lîbyayê rêveberiya Amerîkayê der barê sûcên ku Tirkiye û Qeter ji destpêka şoreşa sala 2011`an ve ku rejîma Muammer Qedafî hilweşand û rola wan di gendeliya li welat de, agahdar kir.

Serokê Komîteya Parastinê û Ewlehiya Neteweyî ya Parlemana Lîbyayê Telal El-Mehyûb ji Erebiyê Net re got dosyayek belgekirî ku tê de poşmaniya Qeter û Tirkiyê di destekdayîna ji milîsên çekdar û komên tundraw re yên ku di bin baskên hikumeta Wîfqê de ne, rola wan di destekdayîna ji terorê re û xerebkirina Lîbyayê heye, ji kongreya Amerîkayê re hate pêşkêşkirin. Tê zanîn ku ev dosya da ku Washingtonê têkiliyên xwe bi hikumeta Wîfq El-Wetenî re ji nû ve di ber çavan re derbas bike, ji kongreya Amerîkayê re hatiye pêşkêşkirin.

Di vê derbarê de şandeya parlemana Lîbyayê serdana DYA`yê kir û bi berpirsên Koşka Spî, Meclisa Ewlehiya Neteweyî, Wezareta Derve û nûnerên kongeyê re rûniştin.

Telal El-Mehyûb ku serkêşiya şandeya parlemanê dike, got: "Di serdanê de me rastiya rewşa Lîbyayê, rola ku artêşa Lîbyayê di şerê terorê de û şerê li dijî komên tundra,, nexasim li paytexa Terablusê, bi Amerîkayê re parve kir û her wiha tekez kir ku Washingtonê destek daye artêşê û di şerê li dijî terorê de destek daye.

(eh)


Mijarên Din