Parlamentoya rejîma Sûriyê ji bo itîrafa bi Komkujiya Ermenan deng dide

Parlamentoya rejîma Sûriyê îro ji bo itîrafa bi Komkujiya Ermenan a ku Osmaniyan di destpêka sedsala 20’an de pêk aniye, dixe dengdanê.

Rojnameya El-Weten a Sûriyê li ser zimanê sekreterê parlamentoya rejîma Sûriyê Ramî Salih wiha ragihand: "Tê texmînkirin ku îro Meclisa Gel dengê xwe li ser itîrafkirina bi Komkujiya Ermenan ku desthilatên Osmaniyan pêk aniye, bide û diyar kir ku dîroka Osmaniyan tijî komkujiyên li dijî pêkhateyên gelê Sûriyê ye, çi Ermen çi Suryan dibe."

Li gorî rojnameyê, dê meclis di rojevên xebatên xwe yên îro de rapora komîteya El-Sedaqa ya Parlamentoya Sûriyê ya Ermenî der barê şermezarkirina kiryarên Komkujiya Ermenan û ji bilî wê ji pêkhateyên gelê Sûriyê yên ku desthilatên Osmaniyan ên Tirk di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de pêk anîne, pêşkêş bike.

Salih ji rojnameyê re wiha diyar kir: "Itîraf berê heye. Lê belê diviyabû meclisê di vê derbarê de destpêkê derxista."

Her wiha diyar kir ku tê texmînkirin dê rapor ji meclisê re bê pêşkêşkirin û piştre deriyê nîqaşan bê vekirin û dengdayîn çêbe.

Piranî dewletên Ewropayê li ser Komkijiya Ermenan itîraf kir (qebûl kir) û ev jî bû sedema hêrsa dewleta Tirk û serokkomarê wê Recep Tayyîp Erdogan.

Li ser paşxaneya şerê li Idlibê nakokiya di navbera rejîm û dewleta Tirk de zêde bûn. Her wiha hêzên rejîma Sûriyê serwerî li ser gelek deverên Idlib û Helebê kir, ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk dagir kiribûn û leşkerên Tirk jî li wir bi destê rejîmê hatin kuştin. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan gef li rejîmê xwarin û jê daxwaza vekişînê ji nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê kir.

(fr)


Mijarên Din

Li Şamê teqîn