Parlamentoya Iraqê civîna der barê hilbijartinê bi paş xist

Civîna parlamentoya Iraqê ya li ser yasaya hilbijartinan ji ber nêrînên cuda yên li ser yasaya mekanîzmeya hilbijartinê, nehat erêkirin û hate paşxistin.

Li gorî Alsumaria News ku agahiyên xwe spartine çavkaniyekî di parlamentoya Iraqê de, "Parlamentoya Iraqê dengdana li ser yasaya hilbijartinan ji bo 10'ê Cotmeha bê paşde xistiye."

Çavkanî her wiha destnîşan kir ku parlamentoyê biryar daye ku civînê taloqî sibê bike.


Mijarên Din