Parlamentoya Ewropayê desteka ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dubare kir

Parlamentoya Ewropayê bersiva pirsên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên der barê pêşeroja herêmê û gefên Tirkiyê de da. Parlamentoyê desteka ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re piştrast kir û tekez kir ku Parlamentoya Ewropayê û saziyên din ên Yekitiya Ewropayê der barê rewşê de bi fikar in.

Navenda Lêkolînan a girêdayî Parlamentoya Ewropayê (PE) li ser malpera xwe xwestekên niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku jê re şandibûn, weşandin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya peyamên xwe nêrînên xwe der barê dozên heyî de gotin û banga tedbîran ji parlamentoyê kir. Şêniyan di peyamên xwe de metirsiyên xwe der barê zirarên ji ber êrişên dewleta Tirk de diyar kirin, her wiha bang li YE`yê kir ku bi rêya tedbîrên berbiçav destwerdanê bike.

Navenda Lêkolînan ya PE’yê bi hindek nuqteyan bersiva pirsên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku wiha ne:

- Parlamentoya Ewropayê û saziyên din ên YE’yê der barê rewşê de bi fikarin. Em dixwazin bêjin ku serokê parlamentoyê David Sassoli di 9`ê Cotmeha 2019`an de wiha got: "Ez bang li Tirkiyê dikim ku hemû xebatên leşkerî yekser bisekinîne. Niştecih hene zehmetiyan dikişînin. Em derfet nadin ku kes zehmetiyên zêdetir çêke. Divê ev yek were sekinandin. Ev destwerdan dê tu carî nebe çaresriya pirsgirêkekê. Em di civaka navnetewî û Yekitiya Ewropayê de û saziyên wê banga sekinandina destwerdana leşkerî dikin. Em derfeta avakirina herêmeke ewle nîqaş dikin lê divê ev yek bi aştî û aramî û bi rêya diyalogê pêk were."

Her wiha di civîna giştî ya PE’yê de ku di 9`ê Cotmeha 2019`an de der barê rewşa Bakurê Sûriyê de hat lidarxistin û têde cîgira seroka komseriyê û nûnera bilind a yekitiya kar û barên derve û siyasetên ewlehiyê Federica Mogherini daxuyaniyek da.

Meclisa Kar û Barê Yekitiya Ewropayê ku di 14`ê Cotmeha 2019`an li Luxembourgê civiya û têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev encam girt:

- Di 9`ê Cotmeha 2019`an de Meclisê li şûna Yekitiya Ewropa nûnerekî aştîxwaz ragihand û careke din bang li  dewleta Tirk kir ku oparasyonên leşkerî yên tekane li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinîne û hêzên xwe vekişîne.

- YE`yê oparasyonên dewleta Tirk ku bi temamî ewlehî û aramiya herêmê dixe xeteriyê û dibe sedema ku sivîl zehmetiyan bikşînin û koçberî zêdetir bibe her wiha astengiyan ji alîkariyên mirovî re çêdike, şermezar kir.

- Yekitiya Ewropayê bi bîr xist ku ew ê tu alîkariyan nede herêmên ku mafên niştecihan têde tê bipêkirin.

 - Serok Sassoli di 17`ê Cotmeha 2019`an li pêşiya Parlamentoya Ewropayê wiha axivî: "Di nava çend rojan de li seranserî Ewropa xelkê buyerên hêrs û tirsa li herêma me dişopandin. Gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li dijî terorîstên dewleta Îslamê şer kirin û niha jî ji aliyê dewleta ku endama NATO`yê rastî êrişan tên. Ne tiştekî ecêbe ku gelên me li hemberî gelê Kurd bi xurtayî spasiyê hîs bike. Ji ber şerê li dijî DAIŞ`ê bingeha ewlehiya me bû."

Di vê der barê de û  derê barê xalên hatine bibîrxistin Parlemantoya Ewropayê banga ji bo sekinandina dan û standinên tevlîbûnê bi Tirkiyê re bisekinîne, dûbare dike û got: "Em bi tundî tu hewldanên girêdanên hikûmeta Tirkiyê ji bo avakirina xebatên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çarenûsa koçberên ji Sûriyê yên li ser xaka Tirkiyê ne, red dikin."

(bx-eh)


Mijarên Din