Parlamentoya Ewropayê biryara ferzkirina cezayan li dijî dewleta Tirk nîqaş dike

Parlamantoya Ewropayê biryara ku parlamanter tê de bang li lûtkeya Ewropayê dikin ku cezayan li dijî dewleta Tirk ferz bike, nîqaş dike.

Parlamantoya Ewropayê biryarê ji nû ve vekirina parçeyekî herêma Varoşa ya Qibrisê ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir.

Parlamantoya Ewropayê bang li rêveberiyên ewropî kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk ên yekalî û yên nerewa, helwesta xwe bikin yek û di heman demê de ferzkirina cezayan di ber çavan re derbas bikin.

Di biryarê de her wiha parlamanto bang li dewleta Tirk kir ku hêzên xwe ji Qibrisê vekişîne û bajarê Varoşayê ji xwediyên wê re vegerîne û di bin çavdêriya NY`yê de be.


Mijarên Din