​​​​​​​Parlamenterên HDP’ê: Kobanê ji bo tevahiya cîhanê girîng bû

Parlamenterên HDP’ê li ber navenda polîsan a Enqereyê ya paytexta Tirkiyê daxuyaniyek da û got “Xwedîderketina li Kobanê ne ji bo HDP’ê tenê, ji bo tevahiya cîhanê girîng bû û êdî ji bo ku hincetekê peyda bikin da ku zextê li Kurdan û HDP’ê bikin, serî li îdiayên pûç didin.”

Parlamenterên HDP’ê li ber navenda polîsan a Enqereyê li dijî zextên li ser HDP’ê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran got: “Di demokrasiya pêşketî de rojek ji rêzê. Welatiyek ji navçeya Şaxê ya Wanê ku wî ji helîkoptêrê avêtibûn jiyana xwe ji dest da. Rojek ji rêzê ya rêveberiya Tirkiyê. Bi rojane hevalên me yên parlementer, hevşaredarên me, xebatkarên partiya me bi awayek dijhiqûqî di binçavan de tên ragirtin.”

Tûran da zanîn ku bêyî ku tiştek bibînin çûne bûyeên 6 sal berê qewimîne lêkolîn kirine û ji bo zilm li însanên me bibe di binçavan de tên ragirtin. Tûran got ew ê hesabê vê yekê li cem wan nehêlin.

Tûran anî ziman ku xwedî derketina Kobanê ne ji bo HDP’ê tenê ji bo tevahiya cîhanê girîngbû û êdî hêcetek ji bo kurdan û HDP’ê bibînin diçin serî li îdiayên pûç didin. Tûran bal kişand ser dijminatiya li ser HDP’ê tê birêvebirin û got: “Tevî van hemû tiştan, heke hûn difikirin ku hûnê bi van polîtîkayên xwe dijminatiya HDP’ê dikin li ser îqtîdarê bimînin, hûn carek din xwe dixapînin. Li gorî lêkolînên dawî jî xuya dibe ku wê ev îqtîdar jiyana xwe ji dest bide. Bi êrişên li dijî kurdan û HDP’ê pirsgirêk çareser nabe. Çareserkirina bi rêya diyalog û muzakereyan mimkun e.”


Mijarên Din