Parlamenterên Fransayê tevlêbûna dewleta Tirk ji Yekitiya Ewropayê re red kir

27 parlamenterên Fransayê bang li Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku dewleta Tirk tev li YE`yê nekin.

Rojnameya ‘Le Journal du Dimanche’ ya Fransayê lîsteya ku 27 parlamenterên Fransayê îmze kiribû, weşand. Parlamenteran rave kir ku ew tevlêkirina dewleta Tirk di YE`ê de ji ber tevgerên wê yên dijber li herêmê, red dikin.

Parlamenterên Fransayê di daxwaznameya xwe de behs pê kir ku dewleta Tirk beriya çend hefteyan hêzên xwe yên leşkerî li ava herêmî ya Yewnanistan û Qibrisê belav kiribûn û piştrast kir ku Enqere “bê şerm” siyaseteke firehbûnê li deriyên parzemîna wan dimeşîne.

Parlamenteran diyar kir ku dewleta Tirk di çend hefteyên derbasbûyî de, bi rêya xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî û firehkirina herêma lêgerîna berhemên binerd ên rojhilatê Deryayê Spî, gef li Yewnanistan û Qibrisê xwar.

Di daxwaznameyê de ev tişt hate gotin: “Recep Tayyîp Erdogan lîstokeke gelek xeternak dilîze. Di Sibetê de sînorên xwe bi Ewropayê re bi awayekî yekalî vekirin û li dijî lihekvirina penaberiyê derket û rê da bi hezaran penaberên bêhêvî.”

(şx)


Mijarên Din