Parlamenterên Başûrê Kurdistanê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser kir

Şandeyek ji parlamenterên herêma Başûrê Kurdistanê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Silêmaniyê kir. Di serdanê de her du aliyan xetereyên êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û geşedanên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.

Şande ji Sergo Gilalî ji YNK`yê, Soran Umer ji Komeleya Îslamî û parlamenterê serbixwe Diyarî Mihemed pêk dihat.

Ji rêveberiya nûnertiyê Norşan Hisên, endamên desteya rêveber Cawîdan Hesen, Silava Silêman, Fethullah Huseynî, nûnerê PYD`ê Îbrahîm Hesen, nûnerê MSD`ê Hoşeng Derwîş şande pêşwaz kir.

Di serdanê de îşaret bi ser xetereyên êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê hate kirin û piştî ku dewleta Tirk nêzî 50 km derbasî xaka Başûr bûye, girîngiya ku helwesteke cidî û diyar têkildarî êrişên hovane yên li dijî hedefgirtina hebûna kurdî were girtin û têkbirina destkeftiyan bi rêya êrişên hewayî û bejahî, hatin nîqaşkirin. Her du aliyan nêrînên xwe der barê xetereya projeya dewleta Tirk a berfirehkirinê li herêmê de, bi taybet li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, vegotin.

Her wiha rewşa siyasî ya Rojava û rewşa aborî, leşkerî, encamên hevdîtinên aliyên siyasî yên kurdî li Rojava, girîngiya yekitiya diyalogê kurdî li gorî xetereyên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin şîrovekirin.

bx


Mijarên Din