Parlamenterkî iraqî: Kurd li ku dera cîhanê bin em dilxwazên wan in

Endamê Parlamenê Iraqê Sarkot Şemis El-Dîn got Kurd li ku dera cîhanê bin, ew dilxwazê  wan e û ew ji çareseriya doze re amade ne.

Têkildarî êrîşên asîmanî yên Tirkiyê û zêdegaviyên bejahî yên li Başûrê Kurdistanê, Sarkot Şemis El-Dîn wiha ji ajnasa Sputnik a rûsî re îmaje kir: "Bi hikumeta heyî re, tu hevpeyman der barê operasyonên asîmanî pêk nehatine. Êrîşên niha pêk tên xwe dispêrin hevpeymanên 1980`an ên ku di navbera Iraq û Tirkiyê de ne û hêj di meriyetê de ne.

Şemis El-Dîn wiha li axaftina xwe zêde kir: "Der barê bombebarana asîmanî de, hikumeta Iraqê ya heyî diyalog bi Tirkiyê re nekiriye.Ji ber ku ev yek dê ji fînasmanên Tirkiyê yên li Iraqê dixebtin kelem be û ji têkiliyên bi Tirkiyê re neyînî be.”

Endamê palamenter got dewleta Tirk û Iraqê ev doz gelek caran gotubêj kirine, lê vala ye.

Di heman demê de Bexdadê gelek caran ji Enqerayê daxwaza rêzdayîna ji serweriya welêt re kiriye.

Parlamanê Iraqê diyar kir: "Têkildarî çareseriya vê dozê, ji ber beşek jê girêdayî rewşa hundirîn a Tirkiyê ye, ne ku girêdayî karûbarên Iraqê yan jî kurdî ye, ne stratejî û ne jî ajande hene, em jî Kurd li ku dera cîhê bin em dilxwazên wan in, lê di qada siyasî de em nikarin destwerdanê bikin û nikarin pirsgirêkên wan çareser bikin, divê ew bi xwe bikin, lê heke tiştek ji me were xwestin em ê bi erka xwe rabin."

Tê zanîn ku ji destpêka Gulanê ve dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma başûrê Kurdistanê êrîşên asîmanî û bejahî pêk tîne û di encamê de mal tên hilweşandin û sivîl dibin qurban.

(eh)

  


Mijarên Din