Parlamenter Mihemed Nûrî paşxistina dosyaya sûcên dewleta Tirk, di parlamentoyê de rexne kir û da zanîn ku di sazûmaniya Hikumeta Federal de lawaziyek heye ku li hember bersivdana wan zêdegaviyan aciz e.
Nûrî ji Ajansa Malûme ya Iraqê re got: "Vîna siyasî di hundirê Hikumeta Federal de pir lawaz e."
Nûrî diyar kir ku hikumet jî lawaz e û li gel wê tu helwest û biryareke siyasî ya tund tune ye ku li hember van sûcan bisekine.
Mihemed Nûrî diyar kir ku paşxistina dosyaya destwerdana dewleta Tirk ji hêla parlamentoyê ve, nayê qebûlkirin û divê xebat li ser rewakirina biryar û yasayên sînordarkirina êrişên dewleta Tirk werin kirin.
(fr)