Parlamenterê Misrê banga girtina balyozxaneya Tirkiyê kir

Parlamenterê misrî Mistefa Bekrî bang li hikumeta welatê xwe kir ku balyozxaneya dewleta Tirk bigirin û dîplomatên Tirk derxin. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku beramberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng nemînin.

Mistefa Bekrî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Erdogan terorîstekî kujer e û bang li wî kir ku beriya ku behsa Sîsî û nêrînên wî bike, divê li xwe vegere û wiha got: "Sîsî, parastina Misrê ji komên terorîst ên ku destekê dide wan, kir."

Mistefa Bekrî serokkomarê dewleta Tirkiyê tawanbar kir û got "Ew berpirsê dagirkeriya dewletên derdor e, her wiha berpirsê Komkujiya Ermen û kesên bêguneh e."

Bekrî got divê herî kêm mirov bersiva hikumeta Erdogan bi girtina balyozxaneya Tirkiyê ya li Misrê bide û dîplomatên Tirk derxe û hemû têkiliyên bi Tirkiyê re rawestîne.

Parlamenterê misrî bang li civaka navneteweyî kir ku beramberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng nemîne.

Piştî ku Erdogan gotinên tund li dijî Sisî kirin, ev daxuyanî hate ragihandin. Erdogan, ji ber ku Qahîreyê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, li dijî Sîsî axivîbû.

(eh) 


Mijarên Din