Parlamenterê lîbyayî: Tirkiye stûnên destpêkê yên dagirkirina Lîbyayê datîne

Parlamenterê lîbyayî Elî Tekbalî diyar kir ku dîmenên wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar di hundirê baregeh û navendên leşkerî yên Lîbyayê de tevî serbazên dewleta wî û li pêşiya wan nexşeya Lîbyayê, nîşane ya ku Tirkiye stûnên destpêkê yên dagirkirina Lîbyayê danîne.

Li gorî tora El-Erebiye, Elî Tekbalî piştrast kir ku zêdegaviyên ji xetên sor re, nîşane ye ku Tirkiye stûnên destpêkê yên dagirkirina Lîbyayê danîne, her wiha rojane serweriyê li desthilatiya nîştimanî ya Lîbyayê dike, ji ber ku li pêşiya xwe hikumeteke bindest û amade ye her tiştî li hember parastina wê bike, dît.

Tekbalî got tiştê niha rû dide, pêngavên biplan ên hînkirina gelê Lîbyayê li ser hebûna Tirkiyê li welatê wê û pêdiviya dan û standina pê re ye.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar di serdana xwe ya li Lîbyayê de bi serbaz û leşkerên Tirk re yên di odeya çalakiyên hevbeş li Terablusê de civiya û avakirina tîma leşkerî ya hevbeş a hêzên hikumeta Wîfaq a Lîbyayê û hêzên Tirk ragihand, her wiha diyar kir ku ev hêz dê yên bejahî, deryayî û asîmanî bin.

(fr)


Mijarên Din