Parastina avahiyên herî û vegera li gundan rojeva Komxebata Endazariyê bûn

Pêwîstiya vegera li gundan û piştgiriya ekolojiyê li gundan û parastina avahîsaziya herî  mijarên Komxebata Endazyariyê bûn..

Di roja duyemîn a Komxebata Endazyariyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku li Hesekê li dar ketiye, rûniştina çaran a binavnîşan “Mîrasa avahiyan a herêmê û rêbazên parastina wê, danîna pergaleke avahiyan li gorî felsefeya neteweya demokratîk” ji aliyê profesorê şûnwaran ê Navenda Firatê Silêman Iliyas ve hate birêvebirin.

Iliyas behsa avahiyên herî kir û diyar kir ku ji ber hebûna ax, ka û çem avahiyên herî ji hezaran salan ve li herêmê hebûn û beyî tu lêçûnekê mirov kariye stargehekê ji xwe re ava bike.

Piştre endazyar û Serokê Daîreya Fenî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Xelîl dest bi şîrovekirina beşa yekemîn a rûniştinê ya bi navnîşan “Plansaziya nûjen a bajaran” kir.

PLANSAZÎ ZANISTEKE NÛKER E

Xelîl behsa plansaziya nûjen a bajaran kir û plansazî wek zanisteke nûker ku hertim di pêvajoya pêşketina domdar de ye pênase kir.

PIRSGIRÊKÊN MALÊN SER Û BER

Xelîl diyar kir ku plansazî gelek girîng e ji ber ku rasterast têkildarî jiyana mirov e û balkişand ser pirsgirêkên ku bajarên piraniya dewletên paşketî di aliyê plansaziyê de kir ku bi awayekî neyînî bandor li jiyana niştecihên wê, veguhastinê, trafîk û qirêbûna hawîrdorê dike.

Xelîl got ev kêmasî ji ber kêmeleqedariyê hene.

AVAHIYÊN HERÎ YÊN HERÎ KEVIN

Ji ber sedemên teknîkî endezyarê mîmarê yê ji Misirê Hena Neîm Hena nekarî tev li komxebatê bibe û li şûna wî endezyarê li Almanyayê dimîne Azad Elî bi rêya Zoomê beşa duyemîn a binavnîşan “Avahiya herî ya herêmê” bi rêve bir.

Elî destnîşan kir ku avahiya herî, di aliyê zanistî de, avakirina avahiyan bi herî û madeyên din e û ev cure avahî ya herî kevin di navbera şaristandiyan de û li gundewar belav in.

Elî diyar kir ku bê fêmkirina mîrasa mîmarî ya herêmê pêşketin nayê bidestxistin û got: “Gava duyemîn a girîng, rewakirina avahiyên herî ye û danîna bingehên qanûnî ji bo wê.”

ŞAREDARIYÊN JI ALIYÊ GEL VE TÊNE BIRÊVEBIRIN

Di beşa sêyemîn a bi navnîşan “Pergala avahiyan a li gorî felsefeya neteweya demokratîk” de hevserokê Şaredariya Batmanê ya Bakurê Kurdistanê Nejdat Atalay axivî.

Atalay behsa tecrubeyên xwe di birêxistinkirina şaredariyan li Bakurê Kurdistanê de kir û got: “Di 20 salan de, şaredariyên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê gelê ve têne brêvebirin. Plansazî, gelek girîng e divê bi beşdariya gel û saziyên gel û pisporan were danîn. Wisa û li gorî plansaziyeke birêxistinkirî şaredariyên li Bakur bi pêş ketin.”

Ataly destnîşan kir ku divê bajarên kevin bi awayekî birêxistinkirî werin parastina.

Ataly balkişand ser xaleke din a têkilkirina îslûba kilasîk û nûjen di avakirina avahiyan de û got: “Hinek rêbaza klasîk tercîh dikin û hinek a nûjen. Divê em hevsengiyekê çêkin.”

VEGERA LI GUNDEWAR

Beşdarên komxebatê, projeyên daîreyên fenî yên şaredariyan, pêkanîna projeyên ku bi enerjiya tavê dixebitin, çawa sûdê ji xwezayê bigirin û sotemeniyê û berhemên petrolê kêm bi kar bînin, çawa  madeyên ji herî bi kar bînin bi taybet malên herî biparêzin ji ber ku mîrasa herêmê ye û xwedî gelek sûd in û têkiliya mirov bi axê re xurttir dike nîqaş kirin.

Beşdaran vegera li gundan teşwîq kirin ji ber ku herî zêde xwezayê û mirovahiyê diparêzin.

Piştî wê rûniştina 5`an a bi navnîşan “Tecrubeyên şaredariyan û pêşketina teknolojiyê” dê ji aliyê hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer ve were birêvebirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din