Paqijkirina çemê Ceqceq bi dawî bû

Şaredariya Gel a Qamişloyê îro paqijkirina çemê Ceqceq bi dawî kir û di demên pêş de dê qonaxa dezenfektekirinê wê bide destpêkirin.

Şaredariya Gel a Qamişloyê ji 6`ê Nîsanê ve bi mebesta rê li ber bêhna nexweş were girtin dest bi paqijkirina çemê Ceqceq kiribû. Paqijkirina çem li ser 7 beşan hatibû dabeşkirin û îro paqijkirina çem bi dawî bû.

Di demên pêş de dê qonaxa dezenfektekirina derdora çem dest pê bike.

Endama Şaredariya Gel a Qamişloyê Mizgîn Hesen der barê bidawîkirina paqijkirina çem de axivî û got: "Me ji hîzama bakurê bajar hetanî hîzama başûr bi giştî paqij kir, kar nêzî 56 rojan berdewam kir. Em bang li şêniyan dikin ku ji me re alîkar bin û çopa xwe neavêjin nava çem."

Çemê Ceqceq di demên borî de paqij û zelal bû, lê dewleta Tirk bendavek li ser çem çêkir û di rêya çem re ava kanalîzasyonê berda ser bajarê Qamişloyê.

Dirêjahiya çem 126 kîlometre ye, jêdera çem ji Nisêbînê ya navçeya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê tê û li çemê Firatê bi dawî dibe.

ANHA


Mijarên Din