Panorama hefteyê: Tirkiyê xwe ji bo pêvajoya Biden amade dike

Rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî behsa rewşa Sûriyê, tevgera dewleta Tirk li herêmê her wiha aloziya Lîbyayê kir.

 ‘BLOKÊN OPOZÎSYONÊ LI DIJÎ ‘HEGEMONYAYA DEWLETA TIRK’ BÛN YEK’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: “3 blokên siyasî yên ‘Desteya Dan û Standinan a Sûriyê’ nameyek ji nûnerê NY`yê Geir Pedersen, Rûsya û dewletên herêmî re şandin da ku serweriya dewleta Tirk li ser ‘desteyê’, ‘komîteya destûrê’ û ‘hegemonyaya Enqereyê’ li ser biryara siyasî, çareser bikin. Ev yek beriya destpêkirina gera 5`an a civînên komîteya destûrê pêk tê, ku tê payîn duşema bê were lidarxistin.”

Rojnameyê destnîşan kir ku Pedersen amadekariyên gera nû ya civîna komîteyê dike ku dê sazkirina destûrê li gorî lihevkirina şandeyên hikumetê û desteya opozîsyonê, bê nîqaşkirin û wiha dewam kir: “Ev yek piştî gelek civînên ku zêdetirî salekê dewam kirin û her du şandeyan li hev nekir, pêk tê ku Şamê dixwest ‘rêgezên nîştimanî’ nîqaş bike û opozîsyonê dixwest ‘destpêk û rêgezên destûrê’ nîqaş bike.

Nivîsgeha NY`yê ya Kar û Barên Mirovî (OCHA) diyar kir ku her 10 welatiyên Sûriyê 8 heb xizan in. Bernameya Xurekan a Cîhanê jî dibêje 9.3 milyon kesên li hundirê Sûriyê ji ewlehiya xwarinê bê par in.”

Rojnameyê her wiha behsa hibijartinên serokatiya Sûriyê yên dema pêş kir ku xuya ye Rûsya girîngiyê dide hilbijartinan û Amerîka û Ewropa jî paşguh dikin. Rojnameyê diyar kir ku xuya ye Pedersen naxwaze dest di hibijartinan werde ku gotibû “hilbijartinên azad û paqij li gorî destûreke nû ya bi çavdêriya NY`yê û bi beşdariya hemû welatiyên Sûriyê pêkan e ku li gorî biryara 2254’an ew mafê wan e.

 ‘JI NIŞKA VE HELWESTA TIRKIYÊ YA TÊKILDARÎ PENABERAN A BI EWROPAYÊ RE NERM BÛ’

Der barê geşedanên li Tirkiyê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Tirkiyê der barê dosyaya koçberiya ber bi Ewropayê de helwesta xwe nerm kiriye, ev helwesteke nû ye, çavdêr dibêjin ku Tirkiye hewl dide ewropiyan razî bike û têkiliyên bi wan re di demeke zû de sererast bike. Lê aliyekî din tê gotin ku Ewropa hewl dide bi Amerîkayê re li dijî Tirkiyê tev bigere.”

DIYALOGA LÎBÎ…ERÊKIRINA LIDARXISTINA HILBJARTINAN Û BIDAWÎKIRINA PÊVAJOYA DEMKÎ

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Gelê Lîbyayê nêzî diyarkirina fermandariya rêveber ku pêşengiya pêvajoya demkî heta lidarxistina hilbijartinan dike, dibin. Şandeya Neteweyîn Yekbûyî (NY) ya ji bo piştgiriya Lîbyayê îro encamên dengdayîna duh ku di navbera endamên komîteya diyaloga siyasî de têkildarî makenîzmeya komîteya şêwiriyê ku di civîna Cinevê de hatibû erêkirin, eşkere dike. Nûnera taybet a serkereterê giştî yê NY`î ya li Lîbyayê Stephanie Williams online tev li diyalogê bi hezar lîbî re yên ji tevahiya herêmên Lîbyayê û ji derveyê Lîbyayê bû.                                                                                 


Mijarên Din