Panorama hefteyê: Tevgereke îsraîlî-Amerîkî li dijî Îranê û Erdogan xwe ji bo pêvajoyeke giran a bi Biden re amade dike

Hemwextî ku aloziya opozisyona Sûriyê kûr dibe, Amerîkayê tevgereke hevpar bi Îsraîlê li dijî Îranê li Sûriyê eşkere kir. Li aliyekî din serokkomarê Tirk Reqap Tayyîp Erdogan xwe ji bo pêvajoyeke giran a bi Biden re amade dike.

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa aloziya di navbera Îsraîl û Îranê li Sûriyê, rewşa Tirkiyê û aloziya Lubnanê kirin.

'ALOZIYA OPOZÎSYONA SÛRIYÊ KÛR DIBE'

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Du rojên dawiyê, arîşeyên mezin çûbûn di nava aliyên opozîsyona Sûriyê ya li Tirkiyê de, piştî ku koalîsyona Sûriyê ragihand ku wan komîseriya hilbijartinan ava kiriye, ji bo amadekariyên hilbijartinên serokatiyê ku tê payîn Tîrmeha sala bê were lidarxistin.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Piştî ku komîseriya hilbijartinên serokatiyê hate ragihandin, pir bertekên li dijî vê biryarê derketin, lewma serokê koalîsyona Nesir El-Herîrî xwe paşde kişand, serokê desteya diyalogê jî Enes Ebde diyar kir ku dê careke din li biryarê vegerin û dê neyê pêkanîn, ev yek bû sedema belavbûn û tevliheviya opozîsyonê.”

'HEVKARIYA ÎSRAÎL-AMERÎKAYÊ LI DIJÎ ÇAVDÊRIYA ÎRANÊ LI SÛRIYÊ'

Der barê rikeberiya di navbera Îsraîl û Îranê li Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriya mafê Îsraîlê yê xweparastinê li dijî hebûna Îranê li Sûriyê dike, her wiha diyar kir ku di navbera her du aliyan de der barê çavdêriya tevgera Îranê li herêmên sînor di nava kevkariyê de ne."

Berdevkê wezaretê got divê "Îran hêzên xwe yên pasdaran û Hizbullah û hêzên din ên terorîst ji Sûriyê vekişîne da ku aştî û aramî pêk bê. Berdevk got: Jixwe wezîrê karên derve Mike Pompeo pir caran ev tişt xwestiye."

‘ERDOGAN XWE JI BO PÊVAJOYEKE GIRAN A BI BIDEN RE AMADE DIKE’

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Erdogan û hin serokên din, dişopînin çawa cîhanê amadekariya çûyîna serokê Amerîkayê yê hilbijartî Joe Biden dê here Koşka Spî, ji ber ku li gorî tişta xuya dike, dê dan û standina van serokan di çar salên bê de pir zehmet be.”

Erdogan di axaftineke xwe de roja şemiya derbasbûyî got "Dostaniya me ya dawiyê bi Rûsyayê re, nakeve şûna dostaniya me ya demdirêj bi Amerîkayê re, roja din jî xwest ku têkiliyên xwe bi Ewropayê re xweş bike.

Xuyaye ku serokê Tirkiyê xwe ji rewşeke aloz re amade dike, hefteya derbasbûyî parlemana Tirkiyê biryar da ku şîrketên enerjiyê yên Tirkiyê yên li derve vegerin Tirkiyê, berpirsekî Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê got ev biryar bergiriyek bû eger Amerîka cezayan li Tirkiyê bibire.”

'MIJARA AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ DANÎN ALIYEKÎ'

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Nehar nivîsî: "Li gorî geşedanên hundirîn ku di seatên dawiyê de li Lubnanê rû dan, xuya dike ku mijara avakirina hikumeta nû hatiye paşxistin û hin tiştên nû ketine pêş ku hin tiştên bi guman in, armanca wan mijara avakirina hikumetê dereng bixin."


Mijarên Din