Panorama hefteyê: Li Tirkiyeyê yan demokrasî yan jî berdewamkirina aloziyan

Tirkiye di tûra duyemîn a hilbijartinan de gavên dîrokî diavêje, an demokrasî û reform an jî w; destpotî û gendelî dewam bikin. Li aliyekî din çavkaniyekî diplomatîk diyar kir ku Rûsya "Xeta sor" a ewlehiyê ya der barê Sûriyeyê de li ber Îsraîlê re girt.

Hilbijartinên Tirkiyeyê, êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê, serweriya PDK'ê ya li hilbijartinên parlamentoyê, her wiha şerê li Sûdanê manşetên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

TIRKIYE PIŞTÎ HILBIJARTINAN: YAN DEMOKRASÎ Û REFORM YAN JÎ BERDEWAMKIRINA ALOZIYÊN HEYÎ

Rojnameya El Ereb El Londoniye jî têkildarî hilbijartinên li Tirkiyeyê nivîsî: “Roja yekşemê tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê pêk tê. Ev hilbijartin ne tenê ji bo hilbijartina serokkomariyê ye, lê belê ji bo diyarkirina çarenûsa têkiliyên derve yên Tirkiyeyê û dosyayên hundirîn e. An dê serokkomar Recep Tayyîp Erdogan zordestî û şer bidomîne, yan jî dê bi namzetê muxalefetê Kemal Kiliçdaroglu re ku sozên guhertinê yên dijberî siyaseta APK`ê ya îslamîst dabûn, pêvajoyek nû dest pê bike.

Li gorî anketên dawîn, Erdogan vê care jî 5 puanan li pêşiya hevrikê xwe ye. Lê ruxmî vê ferqê, hîna 8.3 milyon hilbijêran ku di tûra yekemîn de dengê xwe bi kar nanîne, hene.”

RÛSYA XETA SOR A LI DERDORA SÛRIYEYÊ LI PÊŞ ÎSRAÎLÊ DIGIRE

Rojnameya El Cerîde ya Kuwêtê têkildarî rewşa Sûriyeyê li ser zimanê çavkaniyekî dîplomatîk ê rojavayî wiha nivîsand: "Rûsya xebata bi navê ′Xeta Sor′ bi Îsraîlê re girt. Ew xeta peywendiya ewlehiyê ya taybet bi hevkariya leşkerî ya di navbera wan de der barê Sûriyeyê de ye û baregeha Himêmîm a leşkerî ya Rûsyayê ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê bi serfermandariya Îsraîlê ve girê dide.

Çavkanî eşkere kir ku fermandariya artêşa Îsraîlê di vê dawiyê de di peywendiya Xeta Sor de bi bin ket. Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beriya çend salan li ser vekirina wê li hev kir. Da ku tu bûyer di navbera her du aliyan de çênebin, tu hêz an jî cebilxaneya Rûsyayê di bombebaranên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê de zirarê nebînin.

Piştî gelek hewldanên binkeftî, Îsraîlê ji balyozê Rûsyayê Anatoly Viktorov ê li Îsraîlê xwest vê yekê eşkere bike û got ew ji ber sedemên teknîk hatiye girtin, lê ruxmî ewlebûna balyozê Rûsyayê ku ew ne biryareke siyasî û ewlehiyê ye, lê peywendiya di navbera her du aliyan de ji zêdetirî 3 hefteyan ve qut bûye. Her wiha got Îsraîlê bêyî vegera li Rûsyayê neçar bû ku 2 êrişan li xaka Sûriyeyê bike. Til Avîvê beriya çend kêliyan agahî dida Rûsyayê ku ew ê êrişî hin nuqteyên li Sûriyeyê bike.''

'HILBIJARTIN CAREKE DIN NAKOKIYAN GÛR DIKE'

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser serweriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser hilbijartinên parlamentoyê yên Başûrê Kurdistanê û wiha nivîsand: "Piştî ku çend roj di ser lihevhatina Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) re derbas bûn ku di encamê de YNK'ê careke din beşdarî civînên hikumeta herêmê bû, lihevkirin li ser çawaniya xerckirina dahatên petrolê çêbû lê nakokiyeke mezin li ser hilbijartinên parlamentoyê çêbû ku biryar e îsal pêk were. Di civîna parlamentoyê de ev nakokî gihaşt asta pevçûnên di navbera parlamenteran de.

YNK, Tevgera Goran û Nifşê Nû daxwaza nûkirina lîsteyên namzetan dikin, bi taybetî li parêzgehên Dihok û Hewlêrê ku di bin serweriya PDK'ê de ne, ji ber ku partiyên muxalîf guman dikin ku derdora 700 hezar dengdêr di nava lîsteyan de hatine zêdekirin. Di nava lîsteyan de navên kesên mirî û koçberên ji parêzgehên din hene.

Rêvebera berê ya YNK'ê Rabîha Hemed anî ziman ku “hilbijartinên herêma Kurdistanê bûne girêkeke mezin, nemaze piştî ku PDK'ê destê xwe danî ser hemû dengan û kursiyên pêkhateyên din ku hejmara wan 11 e. Li gel PDK'ê 45 kursî hene, lê li gorî kêfa xwe qanûnan derbas dike. Rabiha Hemed diyar kir ku şêwir an lihevkirin bi şirîkên wan ên herêmê re tune ne.”

Rabîha Hemed her wiha destnîşan kir ku ferqeke mezin di navbera lîsteyên dengdêran ên Komîseriya Herêma Kurdistanê û lîsteya Komîseriya Bilind a Bexdayê de heye û got bi sed hezaran dengên sexte hene û piraniya wan ên penaberên ji Sûriye, Tirkiye û Îranê û welatên Ereban in. Ev zêdebûn li Dihok û Hewlêrê heye, lê li Silêmaniyê kêmbûn heye. Yanî zêdetirî 300 hezar dengên ne yên Kurdan dê ji PDK'ê re werin nivîsandin.”

DAIŞIYEKÎ RÊVEBERÊN ÎXWANAN BI DERXISTINA ŞER LI SÛDANÊ, TAWANBAR KIRIN

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî şerê li Sûdanê wiha nivîsand: "Şeva sêşemê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên Sûdanê mikurhatinên serokê partiyeke Şepêla Îslamî weşandin û got ku yek ji rêveberên rêxistina DAIŞ′ê li ser plana têkbirina lihevkirina çarçoveya siyasî û rawestandina qonaxa veguhartinê li welat, axiviye.

Di şerê Hêzên Piştevaniya Lezgîn a bi serkêşiya Mihemed Hemdan Deqelo û artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya Ebdulfettah El Burhan de, dîmenek hate belavkirin. Fermandar Mihemed Elî El Cezolî di îtîrafên xwe de fermandarên artêşê bi plankirina bi îslamîstan re ji bo hedefgirtina Hêzên Piştevaniya Lezgîn û destpêkirina krîza heyî tawanbar kir. Lê fermandariya artêşê bersiva van tawanan neda.

El Cezolî anî ziman ku komeke bi ser artêşê û blokên îslamîst ên bi serkêşiya fermandarê malnişîn Enes Omer ve, êrişî navenda Hêzên Piştevaniya Lezgîn a li bajarê Riyadiyê yê li başûrê Xertûmê kir. Ev êriş di 15′ê Nîsanê de pêk hatibû.

El Cezolî diyar kir ku peywendî piştî îmzekirina Lihevkirina Çarçoveyê ya di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn û hêzên sivîl ve di Kanûnê de pêk hatibû û li ser hilweşandina wê hate lihevkirin û destnîşan kir ku peywendiya wan bi rêya efserê bi navê Hesen Bîlal bû.”


Mijarên Din

Li Îranê toz û tolaz

Esed li Çînê ye