Panela girêdayî rewşa Kobanê piştî du rojan bi dawî bû

Îro komxebata `Hevrûkirinek sosyolojî li ser rewşa Kobanê di salên navbera 2000 û 2019`an de piştî du rojan ji nîqaşan bi dawî bû.

Akdademiya Civaka Demokratîk a bajarê Kobanê panel duh li Peymangeha Şehîd Zozan dabû destpêkirin. Zêdetirî 80 kesayetên siyasî, çandî û hiqûqnasên Kobanê tev li panelê bûn û rewşa Kobanê ya salên di navbera 2000 û 2019`an de û guhertinên siyasî û tevahiya astengî û pêşniyaran nîqaş kirin.

Beşdaran rewşa perwerdehî, jin, civak bi giştî, û xebatên Rêveberiya Xweser di salên borî de nîqaş kirin.

Di panelê de beşdaran pêşniyarên girêdayî kêmasiyên rêveberî û xizmete li bajarê Kobanê tevî çareseriyên derbaskirina wan kêmasiyan nîqaş kirin. Akademiya Civaka Demokratîk encamên nîqaşan nivîsandin da ku piştre lêkolîn bikin û wan mijaran bi rêveberiya herêmê re nîqaş bike.

Muslim Nebo yek ji beşdarên panelê ye diyar kir ku diviyabû ev panel li darkeve da ku şaştiyên berê werin derbaskirin û nêrîn û rexneyên civakê were guhdarkirin.

Nebo tekez kir ku panel di atmosefera herî bilind de ji azadî û demokrasiyê di rexne û xwerexnekirinê de girêdayî mijarên panelê derbas bû.

Nebo wiha domand: "Di du rojan de rewşên herêmê beriya ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye heta roja me ya îro hatin nîfqaşkirin. Tevî refteriyên civakê û guhertinên ku rû dane di dema navbera 2000 heya 2019`an de hatin nîqaşkirin."

Kesayetên ji Rêveberiya Xweser a kantona Kobanê di nav de hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto, endam û serokên komîteyên rêveberiyê ya kantonê tev li panelê bûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din