Pandemiya Koronavîrusê careke din zêde belav dibe

Li seranserî cîhanê hejmar kesên bi Koronavîrusê(COVID-19) ketine gihaşt nêzî 16 milyon û 500 hezar  kesî û nêzî 654 hezar kes jî bûne qurban.

Li gorî serjimariya dawîn a zanîngeha Johns Hopkins, li DYA’yê hejmara kesên bi Koronavîrusê mirine bilind bûye û bûye zêdetirî 148 hezarî, her wiha heta niha hejmara kesên pê ketine 4 milyon û 290 hezar e.

Li Brazilê, nêzî 88 hezar kes bi Koronavîrusê mirine, 2 milyon û 244 hezar jî pê ketine.

Brîtanya di asta duyemîn de ye, her wiha nêzî 46 hezar bûn qurban û zêdetirî 300 hezar bi Koronavîrusê ketine.

Mexico jî di asta 4’an de ye, zêdetirî 44 hezar bûn qurban û 395 hezar kes bi Koronavîrusê ketine.

Li Îtalyayê jî hejmara qurbaniyan 35 hezar derbas kir, her wiha zêdetirî 246 hezaran jî bi Koronavîrusê ketine. Piştî wê Hindistan tê ku 33 hezar û 400 kes bûn qurban û hejmara kesên pê ketine nêzî milyonek û nîv e.

Fransa jî di asta 6’an de ye, zêdetirî 30 hezar kes bi Koronavîrusê mirine, hejmara kesên pê ketine 220 hezar derbas kir. Dûvre Spanya tê ku 28 hezar kes bûn qurban û 272 hezar bi Koronavîrusê mirine.

(fr)


Mijarên Din