PADK û KKP’ê desteserkirina şaredariyên Bakurê şermezar kir

Partiya Aştiya û Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Komunîst a Kurdistanê, kiryarên desthilata Tirkiyê der barê desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê de şermezar kir û tekez kir ku kiryarên dagirkeriyê nirxên azadî û demokrasiyê binpê dikin.

Li dijî kiryarên desthilata AKP`ê yên der heqê şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê yên li Bakurê Kurdistanê de, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê (PADK) û Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) du daxuyaniyên cuda dan raya giştî.

Daxuyaniya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê wiha ye:

"Roja duşemê desthilata faşîst a Tirkiyê, piştî namzetên bi dengdayîneke demokratîk hatin hilbijartin, bi îdiayên bêbingeh ew ji erka wan girtin, şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê desteser kirin. Tê zanîn ku ev ne cara yekemîn e ku AKP bi kiryarên wiha radibe.

Wezareta Hundirîn a Tirkiyê bêyî firk û pêş serokên şaredariya Amed Adnan Selçuk Mizrakli, serokê şaredariya Mêrdîn Ahmet Turk û ya şaredariya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji kar girtin û paşê zilamên xwe erkdar kirin.

Tevî kiryarên AKP’ê yên zextkariyê jî, serokên şaredariyên navborî di hilbijartinan de ji sedî 63`ê û ji sedî 53`ê deng wergirtin, lê mixabin dîktatorê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî demokrasiyê û vîna siyasî ya gelê Kurd, senaryoya xwe berdewam kir.

Di heman rojê de jî polîsên Tirk bi îdiaya ku ev kes girêdana wan bi PKK’ê re heye, 418 kes li 29 herêman binçav kirin. Jixwe ev ne cara yekemîn e ku dîktator li dijî Kurdan pêk tîne, her wiha li dijî opozîsyona Tirkiyê jî îdiayên wiha dide şixulandin.

Kiryarên wiha ne pêkan e ku ji serokê dewleteke baweriyê bi pîvanên azadî, mafên mirovan û dîmokratiyê tîne, derbikevin, berevajî vê yekê ji serokekî nîjadperest derdikevin, ev jî ji hovîtirîn kiryarên ku partî yan rejîma dewletekê pêk tîne.

Em jî wek Partiya Aşîtî û Demokratiya Kurdistanê desteserkirina desthilata Tirkiyê ji her sê şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn şermezar dikin û tekez dikin ku ev reftarê dijminahiyê heta dawiyê rê li pêşiya tevlihevî binpêkirina nirxên demokratî û azadiyê digire, em di wê baweriyê de ne ku heke civaka navdewletî beramberî kiryarên dewleta Tirkiyê, bê deng nemaba wê ev yek pêk nehatibûna, li ser vî esasî em bang li civaka navdewletî dikin ku beramberî kiryar û deswerdanên Erdogan ku metirsyê li ser herêm û cîhanê pêkve çêdikin, bê deng nemînin."

Daxuyaniya Partiya Komunîst a Kurdistanê jî wiha ye:

"Mirovên bîrbir li ku be û nêzîkatiyên wî ji fikr û qada siyasî re çawa bin, her dem xizmeta demokrasî, aştî, wekhevî û pêşdebirina gelê xwe dixwazin. Lê Erdogan û partiya wî (AKP) ji destpêkê ve derbeyê li zagon, pîvanên aştî, jiyana hevpar dixwe û rêbazên der demokrasiyê çi li ser gelê Tirkiyê be û çi jî li ser gelê Bakurê Tirkiyê, pêk tîne.

Desteserkirina şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê dûrxistina serokan ji erka wan, derbe û birîndarkirina parlemanterên muxalif nîşana binketina Erdogan û rejîma hundirîn û ya derve ye, di heman demê de jî wendakirina pepolîteriya xwe ye. 

Kiryarên wiha ji pîvanên demokrasiyê, bingehan, rêgezên hilbijartinan û madeyên mafnasiyê re sûcdarî ye.

Partiya Komunîst a Kurdistanê van kiryaran şermezar dike, banga vegera serok û kadroyên şaredariyan dike, di heman demê de em bang li hemû hêzên demokrasîxwaz ên li Tirkiyê û Kurdistanê dikin ku li dijî Erdogan û rejîma tûranî yekrêz bin, her wiha bang li hemû cîhana ku guhdanê bi mafên mirovan û demokrasiyê dikin, li dijî sûcdariyan yekdeng bin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din