Oso: Gelên herêmê destûrê red dikin

“Gelên herêmê destûra ku nûnertiya tevahî pêkhateyan nake, red dikin. Divê di destûra Sûriyê de tevahî etnîk û pêkhateyên Sûriyê amade bibin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîteya destûrê red dike. Tevî wê jî hat aşkerekirin ku komîteya ku hatiye avakirin, tu çareseriyê ji Sûriyê re nayne. Di çarçoveya lihevkirina dewletên garantor ên Astanayê de ku rola wan a sereke wêrankirin û rewakirina dagirkirina Sûriyê, nexasim dagirkeriya Tirkiyê ya ji sedî 10 ji xaka Sûriyê dagir kiriye, komîteya destûrê hat avakirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Oso diyar kir ku  pêkhateya herî çalak di Sûriyê de, hatiye dûrxistin û wiha got: "Rûdanên li Sûriyê pêk hatine, bi destwerdanên dewletên derve mîna Tirkiyê, Îran û Rûsyayê ne. Ev dewlet destwerdanê li tevahî karûbarên Sûriyê dikin."

Abdulxenî Oso axaftina xwe wiha domand: “Komîteya destûrê ya ku hatiye avakirin, divê tevahî pêkhateyên Sûriyê û etnîkên wê di komîteyê de amade bin. Mîna Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) ên ku parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye, anku ji sedî 30 ji erdnîgariya Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê û komên dîtir rizgar kir. Lê belê ew ne di destûra ku hatiye avakirin de ne."

Ragihandina destûra Sûriyê binpêkirina biryara navneteweyî ya derbarê Sûriyê de, ya bi hejmara 2254’an e. Ji ber ku biryara ji Meclisa Navdewletî ya Ewlehiyê de hatiye standin, di destpêkê de çareserkirina siyasî û rewastdandina şer, piştre nîqaşa li ser destûrê ye.

Oso wiha domand: "Ev komîteya ku hatiye avakirin li dijî qanûn, mîsqaên navdewletî û dermirovî ne. Ji ber ku gelên li herêmê daxwazên xwe diyar dikin û ne dewletên derve."

Oso wiha lê zêde kir: "Gelê Bakurê Sûriyê, komîteya destûrê ya ku hatiye avakirin, red dike."

Oso anî ziman ku divê tevahî pêkhateyên Sûriyê di formekirina wê de beşdar bin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê di destûra Sûriyê de tevahî etînk û pêkhateyên Sûriyê beşdar bin. Wê demê dê bi destûr bê îtîrafkirin."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din