Osmaniyan malbata wî qetil kir, êzidiyan ew xilas kir

Osmaniyan li pêşiya çavê wî bavê wî kuştin û dayik û birayî ya pitik revandin. Herî dawî malbatên Êzidî wî ji nava pencên leşkeran xilas dikin û xwedî lê derdikevin.

Gelê Ermen, sûcên ku leşkerên Osmanî bi serê bapîr û dapîrên wan anîbûn bi bîr tînin. Hin ji wan ji pencên wan rizgar bûn û sûcên ku hatine kirin ji nifşan re parve dikin. Bapîrê Cemîl Kêfo, Serkîs Kêfo yek ji kesên ku ji aliyê malbatên Êzidî ve ji qirkirinê hate xilaskirin.

Mamoste Cemîl Kêfo yê ermenî ji gundê Dugurê ye. Gundê Dugurê 20 km dikeve başûrê rojhilatê navçeya Amûdê. Di wî gundî de Êzidî dijîn. Cemîl dibêje ku êzidiyan kalikê wî Serkîs Kêfo û bi dehan zarokên ermenan ji komkujiyên osmaniyan xilas kirin.

Cemîl Kêfo li ser zimanê kalikê xwe Serkîs dibêje: "Sala 1914‘an osmaniyan li ser gundê me Coxaq ê herêma Wanê yê Bakurê Kurdistanê, girtin û ermenî kuştin, bavê min li ber çavê min kuştin, ez reviyam beriya ku berî bidin min, wê demê ez 12 salî bûm, piştî ez vegeriyam da ku dayika xwe û birayê xwe yê pitik ji malê derxînim, lê leşkeran ew revandibûn, ji wê demê ve winda bûn."

Salekî li ser gîhayên bejî jiya

Li gorî ku Cemîl ji kalikê Serkîs wergirtiye, kalikê wî piştî bûyerê salekî li bejehiya "Wêran Şar" bi hin ermenan re jiyan, ku piraniya wan ji ber nexweşî û birçîbûnê mirin, di nava salekî de xwarina wan tenê gîhayê bejî bû. Herî dawî  şivanekî wî dibîne û dibin mala mîrê êzidiyan "Evdê Şilaş. Mîrê êzidiyan Ebdê Şilaş wî li gel xwe vedişêre û ji tirsa sûcên osmaniyan navê Helûc lê dike. Piştî wefata Evdê Şilaş, biraziyê wî Xelef, li Helûc an ku Serkîs xwedî derdikeve heta dibe ciwan.

Li gorî Cemîl, Xelef Şilaş ji bo Serkîs bizewicîne li keçek ermenî digire û "Zabêla" dibîne ku ew jî ji ermenên Îzmîrê ye û ji tirsa komkujiyên osmaniyan li gel malbatên Êzidî hatibû veşartin. Zebêla ku li gel êzidiyan navê wê dibe "Meryem" bi Serkîs re tê zewicandin. Piştî ku dewleta Tirk di sala 1920‘an de fermanekê li dijî malbata Îbrahîm Paşa Milî derdixîne, Serkîs bi malbatên Êzidî re derbasî Rojavayê Kurdistanê  dibe û gundê Dugur li navçeya Amûdê ava dikin.

Serkîs û hevjîna xwe li gundê Dugurê dimînin, 5 zarokên wan çêdibin (1 keç, 4 kur), yek ji kurên wî bavê Cemîl e

Bavê Cemîl jî bi keçeke ermenî "Zehora" re dizewice ku ji herêma Qiziltepe ye û ji aliyê êzidiyan ve ji osmaniyan ve hatî rizgarkirin.

Ji malbatê tenê Cemîl yê 36 salî ma ye, ku li bajarê Hesekê dimîne, car caran serî li gundê dide û malbata kalikê xwe Serkîs sererast dike û di aşê bavê xwe Girafêt de dixebite.

Li ser têkiliya di navbera Ermen û Êzidiyan de Cemîl Kêfo dibêje: "Heta roja îro em  bi hev re wekî malbatekê dijîn, ferq û cûdahî di navbera me de tune, di her tiştî de em bi hev re dibin hevkar."

Birayekî Cemîl heye, navê wî Îbrahîm e, niha li welatên Ewropayê ye bi stranên xwe yên ermenî û kurdî, taybet ên Êzidî mîna "Şerfedîn" tê naskirin.

Dayika Besê Xaltan a Êzidî ku temenê zêdeyî 90 salî ye li gundê Dugurê dibîne dibêje ku bavê wê kalê yê ji eşîra Xaltan a Êzidî ya herêma Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ye, di qirkirinên deweleta Osmanî yên li ser gelê Ermen di mala xwe de kortek mezin koland û bi pûş jora wê girtibû  têde  zarokên ermenî vedişart.

Besê dibêje wê meraq dikir bê ka çi di kortê de ye, her çendî dixwest nêzî wê bibe bavê wê ne dihişt û wiha anî ziman: "Piştre min nas kir ku zarokên ermenî tê de bûn. Mixabin em êzidî, suryanî û ermen di dîrokê de heta roja îro bûn hedefa osmaniyan, binêrin bi çi bi serê Şengal û Efrînê kirin."

(bb)

ANHA


Mijarên Din