Osman: Tevî lihevkirinan Tirkiyê hîna gefan dixwe

Emced Osman anî ziman ku tevî lihevkirina di navebra Tirkiyê û QSD`ê de ya bi navbeynkariya Amerîkayê lê Tirkiyê hîna gefan li herêmê dixwe. Osman destnîşan kir ku daxuyaniyên çapemeniyê yên girêdayî bicihkirina penaberên Sûriyê di "Herêma ewle" de li ser nehatine lihevkirin.

Berdevkê Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Emced Osman di hevdîtinekê de li gel ajansa me destnîşan kir ku piştî gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya navbeynkariya Amerîkayê behsa "Herêma ewle" hate kirin.

Osman diyar kir ku wekî Meclisa Sûriye Demokratîk di mijara aloziya Sûriyê de her tim çareseriyên dîplomasî û diyalogê wekî çareseriya herî guncaw destnîşan dikin.

Osman di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku di encama navbeynkariya Amerîkayê de li ser hindek mijaran lihevkirin çêbûn, jê rawestandina zêdegaviyên Tirkiyê û wiha domand: "Bi rêya lihevkirina li ser hindek nuqteyên girêdayî herêma ewle, gefên Tirkiyê bi awayekî demkî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin rawestandin."

Osman diyar kir ku nuqteya din a erênî ew e ku Hêzên Sûriye Demokratîk pêkanîna guhertina demografîk li herêmê û bicihkirina penaberên Sûriyê bê ser û ber di "herêma ewle" de red kir û vegera her kesekî ji herêma xwe re hate erêkirin. Osman wiha domand: "Her wiha vegera her kesekî ku berê tevgerên wî yên leşkerî li dijî Rêveberiya Xweser û şêniyên herêmê hebûn hate redkirin û kesên ku veregin dê girtekên pêwîst der heqê wî de werin girtin."

Gefên Tirkiyê ruxmî lihevkirinan hîna hene

Osman îşaret bi vê yekê kir ku tevî lihevkirina di navbera Tirkiyê û Hêzên Sûriye Demokratîk de ya bi navbeynkariya Amerîkayê gefên Tirkiyê hîna hene û wiha pê de çû: "Tirkiyê wê gefên xwe ranewestîne û dê di her derfetekê de mîna wan gefan bixwe. Lew ra ji me tê xwestin ku hemberî gefên Tirkiyê her tim hişiyar bin û têkîliyên baş bi hêzên  ku di dosyaya Sûriyê de bi bandor in biparêzin."

Osman bang li tevahiya aliyên Sûriyê kir ku bi lez bighêjin çareseriyek siyasî ku dawî li aloziyê bîne û sînorek ji nakokiya sûrî re datîne, her wiha gelê Sûriyê ber bi destûrek nû ve dibe û deriyê li pêşiya tevahiya hêzên timaker di Sûriyê de di serî de Tirkiyê digire.

Pêşniyarên QSD‘ê girêdayî herêma ewle dê pêk werin

Girêdayî hêzên ku dê cihê YPG û YPJ`ê piştî ku ji herêma ewle bi kûrahiya 5 km vekişe, dagirin, Osman diyar kir ku li gorî lihevkirinên di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û Tirkiyê de bi navbeynkariya Amerîkayê, meclisên leşkerî yên herêmî yên girêdayî Hêzên Sûriye Demokratîk dê şûna wan hêzan bigire û got: "Ev pêşniyara Hêzên Sûriye Demokratîk e"

Di berdewama gotinên xwe de Osman destnîşan kir ku deriyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li pêşberî tevahiya aliyên Sûriyê yên azad ên çareseriya aloziya Sûriyê armanc dikin vekiriye û got: "Em dikarin bi hemû aliyên ku ji bo Sûriyê kar dikin bikevin diyalogê."

Têkildarî hindek daxuyaniyên çapemeniyê yên qaşo bi navê Opozîsyona Sûriyê û Tirkiyê ji bo bicihkirina penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê di herêma ewle de Emced Osman eşkere kir ku armanc ji van daxuyaniyan, têkbirina hevgirtina pêkhatiyên Sûriyê ye û bikaranîna beşek ji gelê Sûriyê ye da ku demografiya herêmê biguherînin. Osman wiha got: "Me ev proje qebûl nekirin. Em dibêjin ji mafê her sûriyekî ye ku vegera herêma xwe û ji planên ku têkbirina tevna Sûrî armanc dikin dûr bikevin."

Berdevkê Meclisa Sûriye Demokratîk Emced Osman di dawiya axaftinên xwe de bang li tevahiya şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku vegera herêma xwe û diyar kir ku Rêveberiya Xweser dê desteka pêwîst li gorî derfetan pêşkêş bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din