Opozîyona li dijî Pûtîn banga xwepêşandanên nû kir

Li gorî ajansa Bloomberg a Amerîkayê, serokê opozîsyona Rûsyayê bang li alîgirên xwe kir ku tev li xwepêşandanên li dijî hilbijartinan li Моskovê bibin.

Ajansê destnîşan kir ku xwepêşandan li dijî binpêkirina siyasî li navenda paytextê beriya 8 rojan ji hilbijartinên meclisa bajarê Moskovê ku bûye navenda tevgera opozîsyona serok Vladimîr Pûtin, dê pêk were.

Seroka opozîsyonê Leopov Sobol di dîmenekê de ku li ser Youtubê belav bû, bang li gel kir ku tev li meşê bibin û wiha got: "Mafê me yê qanûnî heye em bi vê yekê rabin û em vê yekê ji bo pêşeroja welatê xwe ve girêdayî ne."

Her wiha tekez kir ku xwesteka ji bo derfetê bidin namzetên serbixwe da ku beşdarî hilbijartinan bibin, rewa, qanûnî û adil e. Leopov Sobol mehekê ji ber ku namzetiya wê red kirin, ketibû greva birçîbûnê.

Li gorî ajansê, wê îro mezintirîn meşa li dijî Kremlînê ji 2011`an ve were lidarxistin ku meş li dijî vegera Pûtîn li ser serokatiyê were lidarxistin.

(bx)

 


Mijarên Din