Opozîsyonerê sûrî: Komîteya destûrê nûnertiya sûriyan nake

Nivîskar û rojnamegerê Sûriyê yê opozîsyoner Ela El-Xetîb got: “Şansê serkeftina komîteya destûrê tune ye. Ji ber ku ne di xizmeta sûriyan de ye.”

Nivîskar û rojnamegerê Sûriyê yê opozîsyoner Ela El-Xetîb, girêdayî komîteya ku ji bo amedekirina destûra Sûriyê tê avakirin axivî. El-Xetîb got: “Komîteya destûrê di bingeh de ya Rûsya û Pûtîn e. Ew destûr ji bo hedefên Rûsyayê ne, da ku destwerdanê wê heta têkiliya xwe bi hundirê Rûsyayê û guhartina destûra Rûsyayê re heye. Ev jî ji bo Pûtîn piştî 2024’an serok bimîne. Ya din jî ew destûr bi encama lihevkirina di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de, derket. Bi wê re jî biryara komîteyê weke opozîsyon dê bi awayekî giştî bi nêrîna Tirkiyê ve bê mehkûmkirin."

Derbarê lîsteyên sûriyên ku di destûrê de hene, Ela El-Xetîb wiha axivî: “Di rastiyê de komîte û opozîsyona Sûriyê ji nûnertiya gelê Sûriyê dûr in. Lê belê ji derveyî van hemûyan jî, dûrxistina parçeyeke bingehîn ji opozîsyona Sûriyê anku nûnerên Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD), komîteya ku di bingehê de lawaz e, hê lawaztir dike."

Rêveberiya Xweser di 26 Îlonê de diyar kir ku dûrxistina Rêveberiya Xweser tê wateya tunebûna wekhevî û edaletê. Ev jî bi biryara 2254 re bi nakok e. Rêveberiyê bang li civaka navdewletî kir ku ji nû ve li vê pêngava ne adil, vegerin.

Di dawiyê de El-Xetîb wiha got: “Dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser, bi biryara Tirkiyê ye, Rûsya û Îran alîgirê wê ne. Her wiha jî, li gor helwesta Rejîmê ya li dijî MSD’ê ye. Li gor rojava û Amerîka destwerdana li şanoya komîteya destûrê ne girîng e. Ji ber dizanin xapandineke siyasî û çapemenî ye."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din