Opozîsyona Rûsyayê banga xwepêşandanê kir

Opozîsyona Rûsyayê ku hikumetê piraniya pêşengên wê destgîr kirine, ji bo şermezarkirina dûrxistina hilbijêrên xwe ji hilbijartinên herêmî yên li Moskovê banga lidarxistina meşekê kir. Piştî gelek rexneyên ku li hikumetê hatin kirin, hikumetê destûr da xwepêşandana îro.

Li gorî ajansa AFP`ê, tê payîn ku kombûna opozîsyonê 2 seatan dewam bike û li Sakharov li navenda Moskovê li dar bikeve.

Di nav pêşengên opozîsyona liberal de, tenê parêzera ciwan Leopov Sobol nehatiye destgîrkirin, ji ber ku dayika zarokekî ye.

Duh di civîneke çapemeniyê de zexta siyasî hate şermezarkirin û bang li hikumeta Rûsyayê hate kirin ku di zûtirîn demê de sînorekî ji êrîşên dewletê yên ser civakê re bê danîn.

Tevî ku hikumetê pêşengên opozîsyonê destgîr kirin jî, gelek kesayetên din piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanê diyar kir, di nav de youtuber Yuri Dodd ku dîmenên ku diweşîne zêdetirî 20 milyon kes lê temaşe dikin û li Rûsyayê muzîkjenekî navdar e, dê beşdarî xwepêşandanê bibe.

Li gorî erêkirina Şaredariya Moskovê, dê destgîrkirin mîna hefteyên çûyî pêk neyê.

Her wiha tê payîn ku li gelek bajarên Rûsyayê xwepêşandan li dar bikevin.

(jo)


Mijarên Din