Operasyona QSD`ê didome, 21 çete hatin girtin

Operasyona leşkerî ya QSD`ê ku duh li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê li bejahiya Hesekê û Dêrazorê dabû destpêkirin, didome. Di roja yekemîn de 21çete hatin girtin.

Operasyona QSD`ê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê di roja duyemîn de ye. Hemle duh ji sê eniyan ve ji bajaroka El-Deşîşa yê başûrê rojhilatê bajarê Hesekê dest pê kir û dê ji bejahiya Hesekê heta ku bigihêje bakurê rojhilatê Dêrazorê bidome.

Di roja yekemîn a operasyonê de 21 çete hatin girtin.

Ev hemle li ser banga rûspiyên herêmê dest pê kir. Çeteyên DAIŞ`ê dema qedexeya derketina derve wekî derfet ji xwe re dît û çalakiyên xwe zêde kirin.

6 hezar şervanên QSD, YPJ û hêzên taybet bi koordîneya bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî beşdarî operasyonê bûne. Her wiha koalîsyon desteka asîmanî jî dide.

(kc)

ANHA


Mijarên Din