Operasyona ‘Lehengên Iraqê’ ya li dijî DAIŞ`ê dest pê kir

Îro serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdar li Iraqê Mistefa Kazimî gihaşt navenda operasyonên hevbeş a li herêma Kerkûkê da ku operasyona "Lehengên Iraqê" bişopînin.

Armanca operasyona bi navê “Lehengên Iraqê” ew e ku ewlehî û aramiyê geş bike, jêderên terorê qut bike, her wiha bermahiyên DAIŞ’ê yên li herêmên başûrê rojavayê Kerkûkê û yên li sînorê di navbera parêzgehên Selahaddîn û Kerkûkê de têk bibe. 

Ji ber êrişên domdar ên çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmên ku bi navê "Sêgoşeya Mirinê" tê naskirin ên di navbera parêzgehên Diyala, Kerkûk û Selahaddîn de ev operasyon pêk hat.

Di Gulana borî de, çeteyên DAIŞ’ê gelek êriş li ser nuqteyên ewlehiyê yên li Iraqê pêk anîn û di encamê de gelek kes mirin û birîndar bûn.


Mijarên Din