Opendemocracy: Rêveberiya Xweser tevî derfetên kêm jî li hember Koronavîrusê bi ser ket

Malpereke Brîtanyayê der barê sekna Rêveberiya Xweser li hember pandemiya Koronavîrusê wiha da zanîn: "Tevî derfetên kêm ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê pêkanîna xwe ya guncawtirîn li hember Koronavîrusê sepand, di demekê de ku tu dewletên pêşketî nikarî li hember vê pandemiya bisekinin."

Malpera ‘Opendemocracy’ a brîtanî raporek der barê tedbîrên Rêveberiya Xweser ên li hember pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) tevî qedexekirina NY’yê ya şandina alîkariyan jê re, weşand û her wiha li gel wê jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser hene.

Malperê destnîşan kir ku herêmên Rêveberiya Xweser li hember rewşên mirovî yên xeternak in ku salên ji şerê li dijî DAIŞ’ê sedema wê bûn, her wiha bi sedema êrişa dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de rewşên mirovî yên nebaş zêde bûn û tê de 600 hezar penaber û koçber li kampên li tevahî herêmê hene ku piraniya wan di encama dagirkirina Tirkiyê de ye.

Her wiha bi deh hezaran girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan di bin çavdêriyê de li kamp û girtîgehan in. Ji ber ku welatên wan naxwazin wan vegerînin an jî darizînin, ev bar tenê dikeve ser milê Rêveberiya Xweser, lê li beramber vê jî tenê li gel Rêveberiya Xweser hin derfetên ji bo garantî, parastin û piştevaniya tenduristiyê ya bi milyonan şênî heye, bi taybet di demekê de ku ev pandemiya koronayê belav bûye.

Li gorî heman malperê, pergala piştevaniya tenduristî li herêmê bi sedema şer gelekî bandor bû, tenê 40 alavên nefeskişandinê ji 5 milyon mirovan re hene, li gel wê jî text û bijîşk jî pir kêm in. Her wiha hêza herêmê tenê têra dermankirina kêmî 500 rewşî heye, ji bilî van hemû derfetên kêm û pandemiya Koronavîrusê, dewleta Tirk ku parçeyên ji herêmê dagir kirine, avê li ser herêmên Rêveberiya Xweser qut dike ku bi wê re jî zêdetirî milyonek şênî bê ava vexwarinê dihêle û vê jî rewş girantir kir. Li aliyekî din jî tevî banga NY’yê ya agirbesta cîhanê bi sedema pandemiyê ku bi wê re jî QSD’ê ev pêk anîn, lê hêzên Tirkiyê û komên wê yên çete bê navber êriş dikin.

RÊVEBERIYA XWESER Û TEDBÎRÊN PÊŞÎLÊGIRTINA BERBELAVBÛNA KORONAVÎRUSÊ

Tevî van astengiyan, lê dîsa jî Rêveberiya Xweser di rewşeke wiha zor û pêşwext de dikarî ji hewcedariyên gelên xwe re bibe bersiv, îsbata vê yekê jî girtina dergehên sînor û ragihandina girtina li ser asta herêmê ye. Ji bo pêşwaziya haletên vîrusê yekemîn nexweşxane ava kir û 120 text lê bi cih kirin, tê pêşbînkirin ku li tevahiya herêman gelek avahî werin vekirin, li gel vê yekê rêveberiyê fatoreyên xizmetguzariyên giştî afû kirin, nirxên kel û pelan kêm kirin û bi saziyên herêmê re kete tevgerê, dibistan û zanîngeh girtin û da ku zarok ji xwendina xwe bê par nemînin, bi rêya online wane û semîneran dide.

Gelek dewletên dewlemend ên ku li dijî Koronavîrusê tê koşiyan ku dest bi însiyatîfan kir û bi welatên derdor re parve kirin, Rêveberiya Xweser dikarî ji wan welatên zêdetir li tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê re dikolin, bibe mînak.

(fr-eh)


Mijarên Din