Oldarên herêmê: Diz, nabin parêzvan û nobedar

Şêx û oldarên Dêrikê herêma “ewle” ya di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de red kirin û wiha gotin: “Herêma “ewle” daxwaziya gelan e. Lê armanca Tirkiyê dagirkirin, talankirin û diziye. Kesek diz nabe parêzvan û nobedar.” tekez kirin ku herêma ewle daxwaza gelan e bi şerta ku bi sponseriya navdewletî be.

Nerazîbûnên gelêrî û civakî li hember hewldanên dewleta Tirk a dagirkir ên ji bo avakirina herêma “ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêde dibin.

Girêdayî mijarê oldarên Dêrikê ji ajansa me re axivîn.

Meleyê mizgefta Kevn a Dêrikê Şêx Mesûm El-Dêrşwî tekez kir ku herêma “ewle” daxwaza tevahiya gelan e da ku di nav ewlehiyê de bin û wiha domand: “Ji ber ku tişta herî girîng di jiyanê de ewlehî û saxlamiya mirov ji êrîşan e. Lê armanca Tirkiyê ji avakirina herêma “ewle” ne belavkirina ewlehiyê ye. Ew dixwaze armancên xwe yên li dijî ewlehiya herêmê pêk bîne.”

Şêx El-Dêrşwî wiha domand: "Tirkiye armanc dike bi rêya herêma “ewle” krîzên xwe yên hundirîn derbasî derveyî sînorên xwe bike. Ji ber ku herêma ku Tirkiyê îdiaya wê dike, nuqteya kombûna çeteyên wê ye û ew alîkariya dagirkirina herêmên xwe dikin."

El-Dêrşwî tekez kir ku kesê dizek nabe parêzvan û nobetdar.

Di dawiyê de Şêx El-Dêrşwî got: "Ewlehî û aramî daxwaza tevahiya gelên herêmê ye. Em amadene destê xwe bidin her kesê ku bi ewlehiya gelên herêmê bawer dike. Lê herêma bi kûrahiya 32 km ku Tirkiye îdia wê dike, dê bibe navenda teror, xof û diziyê. Herêma “ewle” tenê bi sponseriya navdewletî pêkan e."

Seroka Komîteya Olî ya Jin a Dêrikî Munteha Beşîr Hemê ji ajansa me re axivî û got: "Ji ber gefên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêm di şertûmercên dijwar re derbas dibe. Ola Islamê jî binpêkirina mafên cîrantiyê û mudexeleyê di karûbarên wî de qedexe dike."

Munteha Hemê anî ziman ku oldaran li hemberî hewldanên qirkirin û pişaftinê yên ji hêla dagirkeran ve, piştgirî dan gelê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê. Her wiha banga avakirina herêmeke “ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku gel ji komên çete yên hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, biparêze.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din