Oldarên Helebê: Hevgirtin rê li pêşiya fîtneyan digire

Oldarên ji bajarê Helebê got, projeya Rêveberiya Xweser rewşa zordestiyê veguherîne azadiyê û destnîşan kir ku ji bo parastina ewlehiya herêmê û têkbirina planên dijminan, hevgirtin pêwîst e.

Oldarên ji bajarê Helebê girîngiya yekitiya û hevgirtina civakî ya Sûriyê ji bo bidawîkirina aloziya welêt û pêkanîna demokratiyê destnîşankirin. Oldarên gotin ku çareserî di yekitiyê de û rêgirtina li ber fîtneyan de pêkan e.

Şêx Omer El-Şamî di destpêka axaftina xwe de şervanên li eniyên berxwedanê çi li Eyn Îsa yan jî herêmê şer ên din silav kir.

El-Şamî wiha domand: “Rêveberiya Xweser bi hevgirtina tevahiya pêkhateyên vî welatî ji Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr xêr ji me re anî.”

El-Şamî di nav gotinên xwe de îşaret bi destkeftiyên vê hevgirtinê kir û destnîşan kir ku bi saya hevgirtina pêkhateya herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin û ewlehî li herêmê peyda bû. El-Şamî wiha domand: "Ev serkeftin mîna striyekê di çavên dijminan re ye, ji ber wê hewl didin aramiya beşên welêt ên ku rizgar bûne, careke din bi rêya fîtneya xira bikin."

El-Şam da xuyakirin ku Rêveberiya Xweser banga hevgirtinê li tevahiya pêkhateyan dike. Li herêmê rêveberiyê azadî û demokratîk serwer in. Hevgirtina heyî jî dê rolek di avakirina diyalogeke Sûrî ya nû û bi hemûyan re vekirî de bilîze. 

Têkildarî hewldanên artêşa Tikr a dagirker ji bo têkbirina ewlehiya herêmê bi rêya şaneyên veşartî, şêx El-Şamî got: “Em hemû destwerdana hovane ya dewleta Tirk dibînin. Xwe wek polîsekê li ser vî welatî nîşan daye. Bajaran topbaran dike, şêniyên wê dide koçberkirin, zarokan û temenmezinan dikuje. Gelo bi çi mafî vê yekê dike?”

Di dawiyê de şêx Omer El-Şamî kesên aqilmend muxateb girt û wiha li gotinên xwe zêde kir: “Li fîtneyê hişyar bin. Ez û tu şêniyên vî welatî ne. Em hemû sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tên çi li Cerablusê yan jî li Babê yan jî li Efrînê dibînin. Şêniyên me yên ku li wir mane, li dijî wan tevahiya cureyên zilmê tên kirin.”

Şêx Elî El-Hesen jî bi van gotinan helwesta xwe rave kir: “Ji 9 salan ve, asoyên çareseriya siyasî nayên bidestxistin. Ji ber ku dewletên garantor çi Rûsya yan jî Amerîka yanî dewleta Tirk li berjewendiyên xwe digerin. Lê yekitî hêviya me ye. Gel bi rêya hevgirtinê dikare bigihêje çareseriyê.“

El-Hesen destnîşan kir ku peydabûna ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê, wê ji herêmên din cuda dike. Ji ber ku Rêveberiya Xweser têgeha hemwelatîbûnê û biratiya gelan spandiye.

El-Hesen wiha pê de çû: “Hevgirtina niştîmanî li herêma Cizîrê mînakek taybet e. Li wir Ereb, Kurd, Asûr, Suryan û Turkman bi hev re bi hezkirin û biratî dijîn.”

El-Hesen da xuyakirin ku destkeftiyên ku li herêmên pêk hatine, her du rejîmên Tirk û Sûriyê acizî kirin. Ji ber wê dest bi qetilkirina şêxên êlan û çandina şaneyên veşartî kirin da ku ewlehiya herêmê têk bibin, derbeyekê li baweriya di navbera rêveberiyê û gel de bixin. Lewra ji bo xilasiya ji zilmê, zordestî û dîktatoriyê, bi destxistina azadiyê û dûrxistina şeran ji herêmê, hevgirtin pêwîst dike.

Şêx Elî El-Hesen di dawiyê de projeya Rêveberiya Xweser bi projeya herî baş û serkeftî wesifand û got ev proje dê civaka Sûriyê ji berava zilmê bibe berava azadiyê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din