Oldar: Yekitiya pêkhateyan ji hemû pirsgirêkan re bersiv e

Oldaran destnîşan kirin ku lihevkirin û yekitiya pêkhateyan têrê dike ku hemû pirsgirêkan heyî çareser bike û gotin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şikandina hêza DAIŞ'ê yek ji berhemên yekitiya pêkhateyan e.

Di demên dawî de gelek bangewazî ji bo pêkanîna yekitiya pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girîngiya hebûna tifaqa Kurdî û Erebî li ser asta Rojhilata Navîn hatin ragihandin. Girêdayî vê endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan banga "Rizgarkirina ji zihniyeta netewdewlet a teng û şovenîst û destpêkirina pêşxistina rêveberiya jiyana hevbeş a di navbera hemû gelan û yekitiya demokratîk kir."

Ji melayên navçeya Tirbespiyê Mele Teqyedîn Osman diyar kir ku herêm di pêvajoyeke hestiyar û zehmet re derbas dibe, ji ber dewletên mezin destwerdanê li herêmê dikin û hewl didin bi hemû rê û rêbazan herêmê kontrol bikin û Rojhilata Navîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banê siyasetên xwe de bihêlin.

Mele Teqyedîn bal kişand ser rola hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Êzidî û Çerkes her pêkhateyek rengekî herêmê ye; bi hev re hemû reng zengîniya herêmê ne.

'JI ME TÊ XWESTIN KU TÊKILIYÊN XWE XURT BIKIN DA KU SÛRIYÊ JI KRÎZÊ DERXÎNIN'

Osman bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên di navbera pêkhateyên Sûriyê û got: "Ji beriya hezarî salan ve em bi hev re dijîn, têkiliyên me xurt in. Niha ji me tê xwestin ku van têkiliyên xurttir bikin da ku Sûriyê ji krîzê derxînin."

Teqyedîn Osman diyar kir ku hemû ol banga yekitiyê dikin û got: "Heke pêkhateyên herêmê hevgirtî bin wê li hemberî hêzên ku hewl didin nasnameya gelan têk bibin bibin bendav."

Mele Teqyedîn Osman destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a herî guncaw ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demorkatîk e, ji ber ku ev proje banga jiyana hevbeş û çareseriya dûr destwerdana derve dike.

Mele Teqyedîn Osman bang li partiyên Kurd ên Kurdistanê kir ku li hemberî "Terora" Erdogan yekitiya xwe ava bikin.

Ji şêxên Êzidî, Bazo Osman bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û li hemberî xeteriyan bibin yek û wiha got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava kirin, Rêveberiya Xweser ava kirin û hêza DAIŞ'ê şikandin. Ev berhemên yekitiyê ye."

Şêx Bazo Osman destnîşan kir ku gelek xeterî li ser herêmê hene, ji wan êrişên artêşa Tirk a dagirker, bi taybet êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê.

Şêx Bazo Osman bang li hikumetên Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê kir ku bi pey siyasetên Erdogan neyên xapandin û sînorekî ji mêtîngeriya wî re deynin. Her wiha bang kir ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser a Şengalê û mil bi mil ji bo avakirina aştî û demokrasiyê bixebitin.

ANHA


Mijarên Din