Oldar û serok eşîrên Şengalê Mîrê nû yê Êzidiyan hilbijartin

Oldar û serok eşîrên civaka Êzidî li Mizargeha Şêbil Qasim a çiyayê Şengalê bi merasîmekî Nayîf Dawid Selmanê ku bixwe jî ji mala Mîra ye, weke Mîrê nû yê civaka Êzidî hilbijartin.

27’ê Tîrmehê li Laleşa ser bi Duhokê Hazim Tehsîn Beg kurê Mîrê Êzidiyan yê çûyî ser dilovaniya xwe, weke mîrê Êzidiyan hatibû destnîşan kirin. Oldar, serok eşîr û beşeke zêde ya civaka Êzidî nerazîbûn dabûn nîşandan û diyar kiribûn ku divê mîrê Êzidiyan ji aliyê civaka Êzidî ve bê hilbijartin ne aliyek siyasî diyar bike.

Oldar û serok eşîrên Êzidiyan duh li mizargeha Şêbil Qasim a çiyayê Şengalê hatin bahev û merasîmekî, Nayîf Dawid Selman weke Mîrê nû yê Êzdiyan hilbijartin. Nayîf Dawid Selman bixwe jî mala Mîran tê.

Yek ji Oldarê Êzidî  Feqîr Şemo têkildarî hilbijartina Mîrê nû yê Êzidiyan de ev agahî da ajansa Rojnwsê: “Ji ber Hazim Tehsîn Beg bêyî nêrîna gelê Şengalê bê girtin, hatibû diyarkirin, me qebûl nekir. Hazim Tehsîn Beg ji aliyê PDK’ê ve hatibû diyarkirin. Ji ber vê me Mîrekî din hilbijart. Mîr Nayîf Dawid Selman bi razîbûn û erêkirina hemû oldarên Şengalê hatiye hilbijartin.”

Oldar Feqîr Şemo bang li civaka Êzidî kir ku Mîr Nayîf Dawid Selman esas bigirin û got: “Em daxwazê ji civaka xwe ya Êzidî dikin ku Mîr Nayîf Dawid Selman esas bigirin. Ji ber Mîr Nayîf ji aliyê civaka Êzidî ve hatiye hilbijartin.”

Nayîf Nayîf Dawid Selman ji malbata Mîra ye û di sala 1970’an de li navçeya qezaya Bêdrrê ya girêdayî navçeya Şêxanê ji dayîk bûye.

Mîrê Êzidiyan Tehsîn beg îsal di 28’ê Çileyê de li Elmanyayê wefat kir. Piştî 7 mehan, li Laleşa girêdayî Duhokê kurê Tehsîn Beg ê mezin, Hazim Tehsîn Beg weke Mîrê Êzidiyan ê nû hatibû destnîşan kirin. .


Mijarên Din