Oldar: Em şer naxwazin, em ê parastina xaka bikin

Oldarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: “Hêzên Tirkiyê yên li ser sînorê herêmê nikarin tirsê bixin dilê me de. Em banga aştiyê dikin, lê eger gef li xaka me werin kirin, em ê xaka xwe biparêzin.”

Ji bo şermezarkirina gefxwarinên ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Civaka Islamî ya Demokratîk di 5`ê Tebaxê de konek li bajarê Qamişlo veda.

Îro çalakiyên kon derbasî roja 4 bû û beşdarbûneke berfireh ji aliyê saziyên Oldar ên jin, mêr, meleyên mizgeftan û hemû şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Beşdarên kon gefên Tirkiyê şermezar kirin û israra xwe di parastina herêmê de dan. Beşdaran got ew ji gefên Tirkiyê natirsin, berovajî wê ew hezkirina welat di wan de diçînin.

Beşdaran gotin: “Em xwediyê dozê ne, ew jî hezkirina welat, xaka û parastina wê ye.”

Li kon sîrûdên olî hatin xwendin ên ku bal dikişandin ser parastina herêmê.

Oldaran daxwaz ji dewleta Tirkiyê kir ku îdayê bi îslmaê dike, kir ku gefên êrîşê terk bike, ji ber îslam tu caran zilmê qebûl nake.

Tê payîn ku çalakiyên kon bi daxuyanyaniyê ji raya giştî re bidawî bibe.

ANHA


Mijarên Din