`Ocalan sembola aştiyê ye, divê têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bibe’

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan sembola aştî û azadiyê ye û divê têkoşîna li djiî tecrîda li ser hatiye ferzkirin, mezin bibe. Şêniyan piştrast kir ku divê gelê herêmê xwe bikin yek û li dijî êrîş û binpêkirina dewleta Tirk bisekinin.

Îro bi sedan şêniyên bajarokê Kerbawî yê kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên artêşa dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilata Sûriyê meşiyan. 

Şêniyan banga pêwîstiya bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û got rêber Abdullah Ocalan sembola aştî û azadiyê ye, divê dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên li dijî gelên herêmê were muhesebekirin û divê gelên herêmê li hemberî êrişên dewleta Tirk bibin yek.

Meş li pêşiya Şaredariya Gel a rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclisa Kerbawiyê Silêman Osman daxuyaniyek da. Osman di daxuyaniyê de banga hevgirtin, xwedîderketina li felsefeya rêber Abdullah Ocalan, berxwedana li hemberî planên mêtingerî yên ku parçekirina herêmê armanc dikin, li gelên herêmê kir. Her wiha pêwîstiya berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê li ser şopa şehîdan piştrast kir.

ANHA


Mijarên Din