`Ocalan rê nîşanî me dide, divê em gotinên wî baş fêm bikin û pêk bînin’

Rewşenbîr û siyasetmedarên bajarê Helebê diyar kirin ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîrokiye û wiha gotin: “Ew rê nîşanî me dide û divê tiştên di nameyê de gotine pêk werin.”

Piştî hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re, Ocalan nameyek ku qala gelek mijaran dike şand. Di nameyê de Ocalan qala gelek mijaran kir. Jê dîroka gelê Kurd û Tirk, ziman, çand, jin û pêşniyarên ji bo çareseriya aloziya Tirkiyê.

Nivîskar Ehmed Reşo got Ocalan gelek caran behsa girîngiya parastina çanda her pêkhateyekê kiriye û doza gelê Êzidî tekez kiriye. Reşo got: Gelê me yê Êzidî xwedî dîrokek kevnar e. Ji Derwêşê Evdê heya Cizîra Botan. Gotinên Rêber Ocalan ji bo biratiya gelan, çand û jiyana hevpar, daxwaz û armancên me ne. Eger me çanda xwe parast wê demê em ê bighêjin çareseriyê."

Girêdayî gotina Ocalan a “çand bi awayekî rast nayê fêrkirin” nivîskar Mihemed Elî Hêder got: "Meqseda Ocalan li vir ew e ku divê em zimanê xwe biparêzin ji ber ku ziman çanda her pêkhateyekê pênase dike û hebûna wî diparêze. Çanda gelê Kurd çandeke gelêrî, ne deshilatdarî ye û çandên din qebûl dike."

Hêder wiha domand: "Eger me asta belavkirina çanda xwe bilind kir ew tê wateya ku em hebûna xwe diparêzin. Eger em wisa nekin em dê qir bibin. Ji ber wê gotinên Ocalan perspektîv in. Divê em baş fam bikin û pêk bînin."

Endamê MSD`ê Bedran Hemo diyar kir ku vedîtina Ocalan ji bo destûra nû ya Sûriyê tekane rêya bidawîkirina wêraniyê ye. Hemo got: “Ji ber wê divê destûrek ku nêrîn û mafên tevahiya pêkhateyên Sûriyê qebûl dike were vedîtin. Bi vê yekê dê bighêjin rêgezekê dûrî mudexeleyan û dê welat ji parçebûnê biparêzin."

Di dawiya gotinên xwe de Hemo got: "Nameya Ocalan dîrokî ye û kilîta çareseriya aloziya herêmê ye. Ocalan behsa nexşerêya çareseriyê, bi rêya projeya Neteweya Demokratîk dike. Ji ber ku ew çareserî bi xwe ye, divê em pêkanîna wê nas bikin."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din

Ebdî, Boris pîroz kir