Ocalan: Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriye çareserî ne şer e lê belê aştî ye

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bi boneya cejna Qurbanê çû Îmraliyê û Ocalan ziyaret kir. Mehmet Ocalan got Ocalan diyar kir ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriye çareserî ne şer e lê belê aştî ye û gotiye “Mesele bi rijandina xwîna mirovan çareser nabe. Em her dem ji bo aştiyê amade ne."

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, bi minasebeta cejna Qurbanê di 12'ê Tebaxê de çû girava Îmraliyê û Ocalan ziyaret kir. Mehmet Ocalan herî dawî di 5'ê Hezîranê de ji bo cejna Remezanê çûbû Îmraliyê û Ocalan li Îmraliyê ziyaret kiribû. Mehmet Ocalan têkildarî naveroka hevdîtina dawîn a li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê axivî.

Ajansa Mezopotamya ragihand ku Mehmet Ocalan ji sala 2016’an heta niha tenê 3 caran çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Mehmet Ocalan, hevdîtina dawîn a cejna Qurbanê nêzî saetekê dewam kir. Mehmet Ocalan diyar kir ku divê malbat ne tenê ji cejnê heta cejnê, 2 hefteyan carekê destûrê bidin malbat biçin Îmraliyê û bi girtiyên li Îmraliyê re hevdîtinê bikin û wiha got: "Mafê me yê hevdîtinê ji destê me tê girtin. Piştî çalakiyên greva birçîbûnê bi sînor be jî hin maf hatin naskirin. Sala 2019'an saleke ku neyê jibîrkirin e. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, bi hezaran girtî ketin grevê û di çalakiyên grevê de 9 ciwanan li girtîgehê ji yana xwe ji dest da.”

Mehmet Ocalan anî ziman ku ziyareta li Îmraliyê saet di 13.00’an de li saloneke biçûk pêk hat û wiha axivî: “Em di 2 lêgerînan re derbas kirin. Lêgerînên ku hatin kirin, nayên qebûlkirin. Li dijî rûmeta mirovahiyê ne. Em di lêgerîna tazî re derbas kirin. Em mirov in û ev hevdîtin mafê me yê zagonî ye. Ez 68 salî me û ez di lêgerîna tazî re derbas kirim. 20 sal e ez di vê rêyê re diçim û têm. Min baş nas dikin. Em rastî lêgerîneke pir qirêjî hatin. Ev lêgerîn nayê qebûlkirin."

Mehmet Ocalan, qala kêliyên hevdîtina bi birayê xwe Ocalan re jî kir û wiha lê zêde kir: “Di her hevdîtinê de min li derî dinerî. Vê carê xwestin ez berê xwe biguherînim. Dema Serok hat, ez li wî zivirîm û me destê xwe da hev. Ji min re got 'Ez ne li benda we bûm'. Wekî ku em tesadufî hatibin. Min got parêzeran gotiye hûn dikarin di roja duyemîn a cejnê de biçin ziyaretê. Ocalan ji min rojeva welat pirsî. Min got 3 rojev hene. Mijara sereke mijara Bakur û Rojhilatê Sûriye ye. Mijara duyemîn Operasyona Pençe ye, ya sêyemîn jî pirsgirêkên li saziyan in. Dîsa zextên li ser gel in. Min got gel tenduristiya te meraq dike. Wî jî got 'Tu min dibîne' û bersiv da min."

Bakur û Rojhilatê Sûriye

Mehmet Ocalan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye ev tişt anîne ziman: “Ev tişt bi şer nabe. Wê hem Tirkiye zirarê bibîne û hem jî gelên di nava hev de dijîn, wê zirarê bibînin. Ev tişt bi şer nabe. Divê aştî pêk were. Ger Tirkiye bikeve axa Sûriyê, ew jî nabe çareserî. Ya rastî ew e ku şer ji bo gelan tiştekî baş nîn e. Ez 20 salan li Sûriyê mam. Ez gelê wir baş nas dikim. Ez eşîrên Ereb ên li wir baş nas dikim. Têkiliyên min hebûn. Silavên min li eşîrên Ereb û gelên li wir bike. Pirsgirêk divê bi demokrasiyê çareser bibe. Tu carî bi şer pirsgirêk çareser nabin."

Mehmet Ocalan, anî ziman ku Ocalan bal kişandiye ser çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em rol û erka xwe pêk tînin. Operasyona Pençe tê wateya şer. Tevger şer e. Ev mesele bi rijandina xwîna mirovan çareser nabe. Em her dem ji bo aştiyê amade ne. Em ê her dem li dijî şer bin. Divê li şûna şer aştî hebe."

Mehmet Ocalan da zanîn ku Ocalan li ser yekitiya gelê Kurd jî diyar kiriye ku pir girîngiyê dide vê mijarê û wiha gotiye: "Tirkiye bêyî Herêma Federal a Kurdistanê nikare bi ser bikeve. Bêyî Herêma Federal a Kurdistanê tevger wê pir zor be. Ev tevger wê darbeyekê li yekitiya gelê Kurd bixe. Divê her kes ji bo yekitiya gelê Kurd di nava liv û tevgerê de be."

Mehmet Ocalan da zanîn ku Ocalan ji bo HDP'ê jî peyam şandiye û gotiye: “60 wekîlên wan hene. Di vê hilbijartinê de şaredarî jî standin. Min cara din jî got, ger ez li derve bûma, min dê kolan paqij kiribana. Divê wekîl 24 saetan di nava gel de bin. Partî saziya herî mezin a demokratîkbûnê ye. Divê xizmeta gel bike. Gel vîna xwe teslîmî wan kiriye. Ew jî divê xizmetkarên vî gelî bin."

Mehmet Ocalan, herî dawî anî ziman ku Ocalan cejna Qurbanê ya hemû gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û alema îslamê pîroz kiriye.


Mijarên Din

Li Idlibê teqîn