"Ocalan hêviya gelan e"

Rewşenbîrên Kurd anîn ziman ku nêrînên Ocalan ên der barê çareserkirina krîza li Rojhilata Navîn de ne li gorî berjewendiyên dewletên desthilatdar in, ji ber vê yekê tecrîda li ser wî giran kirine.

Tecrîda ku dewleta Tirk a li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye didome û di demên dawî de tecrîd girantir kiriye.

Rewşenbîrên Kurd ê li Efrînê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û bang li rewşenbîr û mafnasan kir ku erkê xwe di vê derbarê de bi cih bînin, fikrê Ocalan di nava gelan de belav bikin.

‘PROJEYA OCALAN NE LI GORÎ BERJEWENDIYÊN DESTHILATDARAN E‘

Endama Forma Heleb a Çandê Fedîla Mihemed anî ziman ku Rêber Ocalan hêviya tevahî gelên Rojhilata Navîn, bi taybet gelê Kurd e û got: "Rêbertî bi projeya xwe ya demokratîk dikarîbû ewehî û aramiyê ji bo tevahî gelan bîne, lê dewletên kapitalist ku di krîzeke mezin de tengijiye hewl dide bi rêya afirandina şer û qirkirinê li Rojhilata Navîn krîzê derbas bike."

Fedîla bal kişand ser peyamên Ocalan ên der bare rêbazên çareserkirina dozên Rojhilata Navîn û diyar kir çareserkirina krîza li Rojhilata Navîn ne li gor berjewendiyên dewletên kapîtalîst e, di serî de dewleta Tirk, lew ra tecrîda li Ocalan girantir kirine.

'DEWLETA TIRK JI NÊRÎNÊN OCALAN DITIRSE'

Siyasetmedar û nivîskar Cemîl Reşîd tecrîda li ser Ocalan ku ev 20 salin didome û girtekên tecrîdê ku desthilata Tirkiyê di demên dawî de ferz kiriye şermezar kir û got, Ocalan nûnertiya vîna gelan dike.

Reşîd destnîşan kir ku beşdarbûna Ocalan di çareserkirina dozên Rojhilata Navînde  dê karibe hevsengiyan ber bi çareserkirinê ve biguhere, lê dewleta Tirk ji nêrînên Ocalan ditirse ji ber vê yekê tecrîd giran kiriye.

Reşîd bang li tevahî gelan, bi taybet gelê Kurd kir ku layiqî fikr û felsefeya Rêber Ocalan bin, fikrê wî yê demokratîk di nava civakê de belav bikin. Her wiha bal kişand ser rola rewşenbîr û mafnasan di rakirina tecrîda li ser Ocalan kir.

Nivîskar û siyasetmedar Cemîl Reşîd bang li civaka navnetewî kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bikevin tevgerê.

ANHA


Mijarên Din