`Ocalan hertim banga aştiyê kiriye ye’  

Kesên ku derfet ji wan re çêbûye û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine gotin: “Ocalan her tim diyalog û aştî li şûna şer tercîh dike. Ocalan ji me re digot ku dijmin ew nekarî rakirina çeke kirine.”

Kesên ku di salên 90’î de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, di derbarê keda Ocalan a ji bo aştiyê de axivîn.

Şêniyê bi navê Ehmed Şêx Elî ji şêniyên gundê El-Yabise yê li rojavayê bajarê Girê Spî ye. Şêx Elî di sala 1993’an bi Ocalan re rûniştiye. Şêx Elî wiha behsa rûniştina xwe ya bi Ocalan re kir: “Ew hevdîtina yekemîn bû. Di hevdîtinê de Serok yekser ji me re projeya biratiya gelan eşkere kir. Her wiha ji me re tekez kir ku ew ji bo ku banga mafên tevahiya pêkhateyan bike hatiye Sûriyê. Ji ber ew dibîne ku tevahiya gelên Rojhilata Navîn hatine çewisandin."

Şêx Elî wiha domand: "Dema Serok ji Bakurê Kurdistanê hat Sûriyê, ne tenê ji bo doza Kurd xebitî. Wî xizmeta doza hemû pêkhateyên herêmê kir. Ji me re digot “eger min banga mafê gelê Kurd kir divê ez banga mafê tevahiya pêkhateyan bikim. Ji ber ku zulm bê istisna li ser hemû pêkhateyan tê kirin”.”

Şêx Elî diyar kir ku wî di wê hevdîtinê de gelek moral girtiye û li ser wê rêgeza kar a rast nas kiriye.

Şêx Elî gotinên xwe wiha domand: “Nêrîn û perspektîfên Ocalan di projeya Rêveberiya Xweser de pêk tên. Tevahiya pêkhateyên herêmê bi hevgirtin bê cudahî di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xwe bi rêxistin kirine. Pêkhateyên herêmê gihaştine encameke ku Ocalan ne tenê nûnertiya gelê Kurd dike, nûnertiya tevahiya pêkhateyên bindest dike.”

Di dawiya gotinên xwe de Şêx Elî got: "Serok projeya gelan ku bi keda ciwanên herêmê pêk hatiye, ava kir. Ev jî girêdana me isbat dike. Kesek nikare vê tevnê parçe bike. Bila dijmin jî baş bizane.”

Ocalan got: Wê rojek were hûn ê herêmên xwe bi xwe birêve bibin

Şêniyê bi navê Ehmed Hesen ji gundê El-Yabise diyar kir ku wî zêdetirî carekê bi Rêberê Gelê Kurd re rûniştiye. Hesen got: “Perspektîfên Ocalan beyî ku em wî bibînin digiştîn me. Lê piştî ku me ew dît gelek guhertinên bingehîn di şêwaza hizirandina min de çêbû. Çi ji bo malbatê yan jî ji bo êlê. Ocalan hişt ku em bi awayekî mezintir bi şoreşê û têkoşînê ve werin girêdan.”

Hesen diyar kir ku wî cara yekem Ocalan di kongreyek ku di 1992`yan de li Lubananê dît.

Hesen wiha deteyên hevdîtinê bi bîr xistin û got: "Di kampê de Serok du caran bi me re rûnişt. Gotinên wî yên wê demê niha pêk tên. Ji me re digot rojek wê bê hûn ê bi xwe herêmên xwe bi rêve bibin û biparêzin. Divê gel hemû bikaranîna çekê bizanibin û tevlî dewreyên perwerdeyê bibin."

Hesen tekez kir ku pêwîste şêniyên herêmê bixebitin da ku destkeftiyên bi saya fikr û kedên Ocalan hatine bidestxistin biparêzin.

Hesen girêdayî nameyên Ocalan ên dawîn ku tê de banga rûniştandina aştiyê dike û wiha got: “Ji destpêkê ve Ocalan ne bi şer re bû. Di dirêjahiya têkoşînê de gelek caran şer rawestand. Lê dijmin ew neçarî rakirina çekê kirin. Tevî wê jî em dibînin ku Serok di  nameya xwe ya dawîn de banga diyalogê û rûniştana bi dijmin re dike. Ji ber ku Serok hîna jî li dijî şer e."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din