`Ocalan em ji zordestan xilas kir`

Rûspiyên êla El-Bû Xalib gotin, fikrê Rêberê Neteweyî Abdullah Ocalan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zordestan xilas kirin û diyar kirin ku nameya dawîn a Ocalan ji bo parastina rûmeta mirov bû.

Rûspiyên êla El-Bû Xalib a qebîleya Şerabîn ku li navçeya Til Hemîsê dimînin, destnîşan kirin ku herêm bi saya fikr û felsefeya Ocalan û hevgirtina şêniyên herêmê di tevahiya waran de di nav ewlehiyê de ye.

Ebdulkerîm El-Abdullah got: "Bi saya perspektîvên Rêber Ocalan û fikrên wî herêmê di nav ewlehiyê de ye. Fikrên Ocalan pêkanîna biratiya gelan armanc dike."

El-Abdullah  ev tişt got: "Ocalan banga biratiya gelan li me kir. Bi saya felsefeya Ocalan herêmên me ji yên din ên Sûriyê bi ewletir in, em gihaştin asteke nû û ji şeran xilas bûn."

El-Abdullah destnîşan kir ku Ocalan di tevahiya pirtûkên xwe de, tenê behsa  neteweya Kurd nekiriye, lê belê her tim behsa biratiyan gelan dike û wiha domand: "Ocalan jiyana me bi temamî guhert. Em jê fêrî tiştên ku berê me nedizanî bûn. Nifşên herêmê ji perspektîvên wî sûd girtin, herêmên me ji zordestan û çeteyan xilas bû. Çendîn em qîmetekê bidin vî fikrî lê em nikarin mafê wî bidinê. "

Di dawiya gotinên xwe de El-Abdullah spasiya QSD`ê kir a ku rêgezên neteweya demokratîk ji xwe re kirine bingeh û tevahiya erdnîgariya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê xilas kir. Her wiha fedekariyên hêzê silav kir û got: "Bi saya fedekariyên QSD`ê em di nav ewlehiyê de ne."

Ocalan banga parastina rûmeta mirov dike

Ebdulxaliq El-Abdullah got: "Bi saya felsefeya Rêber Ocalan edalet û wekhevî di nav herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav bû. Ocalan bi rêya nameya xwe ya dawîn a ku tê de banga parastina rûmeta mirov kir."

Ebdulxaliq El-Abdullah  destnîşan kir ku tovên felsefeya neteweya demokratîk li herêmê berhemdar bûn û îşaret pê kir ku tevahiya şêniyên herêmê bi giyana jiyana komînal û hevpar xwe kirine yek û bi hev re hevkar in. Ebdulxaliq wiha domand: "Di kerastên ku li herêmê rû dane ji lehî û şewatan de, yekitiya tevahiya şêniyên herêmê û alîkariya wan a bi hev re derket holê."

(şx)
ANHA


Mijarên Din