​​​​​​​Nêzîkbûna Şam û Enqereyê di çi qonaxê de ye?

Di çend rojên dawîn de axaftina li ser nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de bi temamî sar bû. Her wiha hevdîtina di navbera wezîrên karên derve yên Şam û Enqereyê de heta demeke nediyar hat derengxistin. Gelo nêzîkbûn gihaştiye ku derê?

Piştî zêdetirî 10 salan di ser şerê Tirkiyê li dijî Sûriyê re derbas bûn, Rûsya hewl dide her du aliyan anku Enqere û Şamê nêzî hev bike. Hevdîtina di navbera wezîrê şer ê Tirkiyê Hûlûsî Akar û wezîrê parastina yê hikumeta Şamê Elî Mehmûd Ebas de ya li Moskovê di vê çarçoveyê de pêk hat.

Li gorî raporan, hewldanên Rûsya di vî warî de bi ser nakevin. Nexasim ku dewleta Tirk a dagirker çete şandin seranserî Sûriyê û mezhebperestî, netewperestî bi rêya sorkirina li dijî ol, taîfe û neteweyên li Sûriyê belav kir, demografiya welêt guhert, qadeke mezin li bakurê Sûriyê dagir kirin û qetilkirina sivîlan didomîne.

Pêwîstiya her nêzîkbûnekê di navbera her du aliyan de bi çareserkirina sedemên pirsgirêka di navbera wan de heye. Dibe ku xwezaya Tirkiyê tê de ava bûye, nahêle ku rêgeza xwe ya xwîndar û dagirker biguhere. Ji ber wê gelek zehmet e ku Enqere şertên mafdar ên hikumeta Şamê pêk bîne ku ji Sûriyê vekişe, destekdayîna çeteyan li herêmên dagirkirî rawestîne. Dibe ku ji ber vê, axaftina li ser nêzîkbûnê bi temamî li ser dezgehên çapemeniyê yên hikumeta AKP`ê rawestibe.

Der barê nêzîkbûnê de lêkolînerê kar û barên Tirkiyê Mihemed Nûredîn ji ajansa me re axivî û got: “Dawiya 2022`yan, behsa qaşo nexşerêya Tirkiyê ya nêzîkbûna bi Şamê re hat kirin ji bo ku hevdîtinek di navbera Erdogan û El Esed de pêk were. Bi rêya lidarxistina civînekê di navbera wezîrên parastinê yên Tirkiyê, Sûriyê û Rûsyayê li Moskovê de, zemîn ji vê hevdîtinê re hat dayîn.”

Nûredîn wiha domand: “Ruxmî daxuyaniyên wezaretên parastinê yên her sê dewletan ku hevdîtin erênî bû, lê piştre diyar bû ku nexşerê bi dilê her sê dewletan bi rêve neçû. Hevdîtina wezîrên karên derve, hate navîna Sibata bê hate derengxistin. Lê nediyar e ku di wê demê de pêk were yan jî dîsa were derengxistin an jî beltal bibe.”

ʹDEWLETA TIRK A DAGIRKER LI HEMBER NÊZÎBÛNÊ NE CIDÎ YEʹ

Der barê derengxistina hevdîtina wezîrên derve Çavûşoglu û Miqdad de, Nûredînd destnîşan kir ku gelek nêrîn der barê sedemên derengxistinê de hebû û got: “Dewleta Tirk a dagirker di lihevkirina li gel Şamê de aliyê însiyatîfgir e. Rûsyayê jî wisa da ku barên xwe di aloziya Sûriyê de sivik bike. Lê em dikarin bêjin, yê nehiştin ev xet temam bibe piştî civîna dawîn a wezîrên parastinê, aliyê Tirk e. Sûriyê ji bo domandina vê însiyatîfê li benda gavên cidî bû. Nexasim wek ku serokkomarê Sûriyê diyar kiribû ku dewleta Tirk a dagirker artêşa xwe ji xaka Sûriyê vekişîne û rê bide ku derbe li çekdarên terorîst ên li Idlibê bide ku li herêmên di bin kontrola aliyê Tirk de ne.”

Nûredîn bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker mercên Sûriyê red kirin. Ji ber ku Tirkiyê di nêzîkbûna li gel Şamê de ne cidî ye û wiha domand: ʹʹErdogan xwest wê di hemleya hilbijartinê de bi kar bîne ku dê Gulana bê dest pê bike. Sûriye jî nikare bi rêya hevdîtina wezîrên derve temamkirina xeta siyasî erê bike, ji ber ku dabînên beşî der barê pabendîbûna Tirkiyê bi nexşerêyeke zelal û dema wê diyar de bi dest nexist. Ji xwe hikumeta Şamê di vî warî de lez nekiriye."

Nûredîn nirxandinên xwe wiha domand: “Aliyê Tirk mîna ku pêşbin dikir nebû ku Şam bi lez civînên wezîrên derve li dar bixe. Li hember helwesta hişk a Şamê matmayî man ku naxwaze xeta siyasî berdewam bike, beyî ku dabînan ji aliyê Tirkiyê ve bi dest bixe ku beşeke daxwazên Sûriyê pêk bîne.”

Nûredîn her wiha destnîşan kir ku mercên Sûriyê yên ji bo nêzîkbûnê pir zelal in û got: "Gelek sedemên helwesta Sûriyê hene, ya yekê statûya dewletê li hember raya giştî. Sûriye naxwaze mafên xwe yên nîştimanî li hember dewleteke êrişker mîna Tirkiyê ji dest bide ku axa wê dagir kir û hewl da siyaseta tirkkirinê li herêmên bakurê Sûriyê bimeşîne. Hevdîtina bê peyman û pabendiya cidî ji aliyê Tirkiyê dê wek derfeteke bêberdêl be ku Şam ji Erdogan re di hemleya hilbijartinan de, pêşkêş dike. Eger Erdogan di hilbijartinan de bi ser keve ew dê dîsa vegere qonaxa yekemîn a dijmintiya bi Şamê re û projeyên xwe yên li dijî dewleta Sûriyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne. Her wiha sedemeke din jî heye, ew jî Îran e, ku bi temamî vê pêvajoyê red dike û tê de ne beşdar e. Îran jî bi şertên Sûriyê re ye ku Tirkiye ji Sûriyê vekişe heta ku vekişîn hêdî be, derbe li komên çekdar ên terorîst li Idlibê û herêmên Tirkiyê lê ye bide.”

Nûredîn di dawiyê de got: “Ji xwe Tirkiye, di lihevhatina li gel Şamê de ne cidî ye. Tenê dixwaze vê kaxizê di hilbijartinan de bi kar bîne. Ne girêdayî berjewendiyên nîştimanî yên Sûriyê ne. Ji ber wê Enqere bi Sûriyê re lihevkirineke cidî pêk neanî.”

(mh/şx)

ANHA


Mijarên Din