NY’yê ji Rûsyayê bersivên topbaranên nexweşxaneyên li Idlibê daxwaz kirin

NY’yê ragihand ku ji Rûsyayê xwest der barê çawaniya bikaranîna agahiyên girêdayî nuqteyên tendirustî û nexweşxaneyan de ku dibin armancên topbaranên wan li bakur rojavayê Idlibê, diyar bike.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Karûbarên Mirovahî yê Meclisa Ewlehiyê Marc Lokoc got ji Rûsyayê der barê agahiyên çawaniya bikaranîna hûrgiliyên ku bi dest xistine, diyar bike.

NY’yê di demeke berê de ragihandibû ku zêdetirî 23 nexweşxane ji destpêka gurbûna şerê leşkerî li herêma  bêçek ji dawiya Nîsana borî ve, hatine topbarankirin. Lê Rûsya hedefgirtina nexweşxaneyan red kir.

(fr)


Mijarên Din