NY’yê banga rawestandina şer li aliyên Lîbyayê kir

NY’yê têkildarî pêkanîna kiryarên tolhildanê ji hêla hêzên hikumeta El-Sîrac ve li bajarê Terhûna hişyarî da û metirsiya xwe der barê amadekiriyên leşkerî li derdora bajêr anî ziman.

Şandeya NeteweyênYekbûyî (NY) ya piştevaniya Lîbyayê metirsiya xwe der barê pêşdeçûnên meydanî û amadekariyên leşkerî li derdora bajarê Terhûna de ragihand.

Şandeya NY’yê bi bîr xist ku tevahî alî divê li gorî qanûna mafên mirovan a navneteweyî tev bigerin û der barê pêkanîna kiryarên tolhildanê ku sivîl bibin hedef, hişyarî da. Her wiha hemû alî hişyar kirin ku ji rêgezên cezayên bêserûber ên derqanûnî dernekevin, tu karên dizî, şewitandin û kuştinê nekin.

Şandeya NY’yê ya piştevaniya Lîbyayê bang kir ku divê agirbesta leşkerî pêk were û aştî bi ser bikeve.

Di heman demê de hin çavkaniyên herêmî diyar kir ku îro şerekî dijwar di navbera hêzên artêşa Lîbyayê û hêzên Wîfaqê de li ser eniya Qerebolî rû da, hêzên Wîfaqê hewl da ku bajarê Terhûna ku mezintirîn cihê alîgirên Xelîfe Hefter li rojavayê Lîbyayê ye, kontrol bikin. Her wiha duh jî bajarê Mezda kete destê hêzên Lîbyayê.


Mijarên Din