NY`yê bang li Tirkiyê kir ku tawanbariya li ser 11 parêzvanên mafên mirovan rake

Berdevka nû ya Parastina Mafên Mirovan Mary Lawler îro bang li Enqereyê kir ku tawana terorê ya li dijî 11 parêzvanên mafên mirovan li Tirkiyê rake û nerehetiya xwe der barê tawana terorê de anî ziman.

Parêzvanên mafên mirovan beriya 3 salan bi tawana “terorê” hatin girtin û îro dadgehkirina wan e. Di vê derbarê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku ev tawanbarî bê bingeh e.

Ji van çalakgerên hatine girtin, du gerînendeyên berê yên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî yên li Tirkiyê û herî kêm 15 sal li tevahiya çalakgeran hatiye birîn.

Li gorî daxuyaniya berdevka nû Mary Lawler ku nivîsgeha çapemeniyê ya NY`yê ragihandiye, ji ber çalakger di qada parastina mafên mirovan de dixebitin, dibe ku cezayê wan 15 sal be. Mary Lawler got piştî 3 salan ji girtina wan, hîn jî ne diyar e bê ka çawa ev çalakiyên wan gihaştine asta tawana terorê.

Mary bal kişand ser ku girtina çalakgeran di demekê de pêk hat ku hesasiyeta siyasî heye nexasim li Tirkiyê û bi rasthatina salvegera yekemîn a hewldana derbeyê ya 2016`an, lewma divê hikumeta Tirkiyê û dozgeriya giştî ku dema delîl îsbata tawanan nekin, tawananbariyan rakin.

Enqereyê piştî helwdana derbeyê li dijî  muxalîfan dest bi hemleyeke berfireh kir û hîn jî bi hezaran çalakgerên di salên dawîn de hatine girtin, di girtîgehên Tirkiyê de ne.

(eh)


Mijarên Din