​​​​​​​NY û Xaça sor banga agirbestê li Sûriyê kir

Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor gotin: Ji bo xurtkirina têkoşîna li dijî koronavîrûsê pêwîst bi pêkanîna agirbestê li tevahî Sûriyê heye.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen banga agirbestê li tevahî Sûriyê kir da ku xebatek berfireh "Ji bo tunekirina koronavîrûsê (Covid-19)" were meşandin.

Pedersen got, Sûrî bi xurtî li pêşberî Covid-19 rû bi rû ne û banga serbestberdana girtiyan kir.

Pedersen anî ziman ku alavên tenduristî yên pêwîst û kedkarên tenduristiyê kêm in.

Mudirê operasyonên Rojhilata Navîn ji bo Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, Fabrizio Carbone di hevdîtinekê bi Reutresê re banga agirbestê dûbare kir û got: "Heta radeyekê em nikarin di demekê de du şeran bikin."

Carbone eşkere kir ku ajansa alîkar a ku navenda wê Swêsrayê ye ji desthilata Sûriyê xwest ku di girtina bergeriyên li dijî vîrûsê û peydakirina pêdiviyên paqijiyê ji bo 9 girtîgehên navendî bibe de alîkar.

Carbone anî ziman ku "Berpirsên tenduristiyê yên Sûriyê dibêjin ku kesên bi vîrûsê ketine kêm in, lê pêwîstiyek bi lez ji bo rawestandina belavbûna vê nexweşiyê heye ji ava paqijiyê."

Her wiha got:"Heger 5 an 10 kes bi nexweşiyê ketibin, wê karê me yê sereke ew be ku avê bighînin xelkê ji ber ku bê av nikarin destên xwe bişon."

Fabrizio Carbone bi bîr xist ku li Hesekê ku bajarekê mezin li bakur û rojhilatê Sûriyê ye stasyona avê ya ku avê dide 800 hezar kesî ji beriya 3 rojan ve raweastiyaye û pêwîst bi sererastkirinê heye.

Fabrizio Carbone her wiha got: "Me 45 depoyên avê li tavahî bajarê danîne, her wiha em avê bi sarîcan belav dikin ta stasyonê sererast bikin."

 


Mijarên Din