NY: Êrîşa Tirkiyê bandorê li 3 milyon kes dike

Ajansa dengê Emerîka li ser zimanê ajansên NY`ê ragihand ku bombebarana giran a asmanî ku artêşa Tirk a dagirker li ser dirêjiya sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû pêk tê, bandora wê ya giran li ser zêdetirî 3 milyon kesên li wir dijîn heye.

Berdevkê buroya danûstandinên karê mirovî Jens Lerk got ku nêzî 2,2 milyon kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn dê bandor bibin. Jens Lerk got: “Pêwîstiya piraniya wan bi alîkariya mirovî heye, her wiha sed hezaran ji sivîlên li ser bajarên din ên nêz e. Hîna karmendên NY`ê û rêxistinên ne fermî hene amade ne ku bersivê bidin. Lê çalakiyên leşkerî hene, bê guman, bandora wê li ser pêkanîna me di peydakirina alîkariyê dike."

Buroya NY`ê ya Mafên Mirovan got ku kuştiyên sivîl di nav de jin û zarok di 2 rojên yekemîn ji êrîşa Tirkiyê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kuştin û birîndar bûn.

Ajans dibêje ku gelek raporên bi fikar hene ku binesaziya sivîl sereke mîna stasyonên avê û bendavan ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê hatin rûxandin.

Robert Colville berdevkê Mafên Mirovan dibêje ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Efrîn û Babê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de hîna di alozî û nakokiyê de ye. Colville got: “Raporên ku têde tirsandinê, tevgera xirap, kuştin, revandin, dizî û talandkirin, destdanîna ser malên sivîlan têde hatine destnîşankirin ketin destên me ku ew kesên ji aliyê Tirkiyê ve hatine destekdanîn li vê herêmê wê tiştî dikin. Di Raporan de hate bibîrxistin ku wan çeteyan dest danîna ser malên sivîlan û zepkirine. Her wiha li xalên kontiroklê jî gelek kesên sivîl revandine û heta niha çarenivîsa wan kesên sivîl ne diyar e.``

Rêxistina Sandina Zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, got ku stasyona ava vexwarinê ya Hesekê ku zêdeyî 400 hezar kesan bi av dike, rastî topbaranê hat û di encamê de ji xizmetê derket. Got jî ji ber êrîşên dewleta Tirk, kesên ku karê teknîkî ya stasyonê dikin nikarin stasyonê tamîr û sererast bikin.

UNICEF got ku xebatên Programa Parastina Zarokan û Programa Tenduristiyê û Xwarinê ya di kampên Koçberan de jî, hatin taloqkirin.

 (jo/rr)

ANHA


Mijarên Din