‘NY û hikûmetên Sûriyê û Iraqê berpirsên tehdîdkirina jiyana 6 milyon sûrî ne‘

Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li NY û hikumetên Sûriyê û Iraqê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku qanûnên navdewletî yên girêdayî ava herêmî binpê neke.

Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welat Derwîş ji ANHA‘yê re axivî û got: "Tirkiyê ji mehekê ve bi zanabûn rêjeya herikîna ava çemê Firatê qut kiriye û gelê Sûriyê bi ava vexwarinê tehdîd dike, ev nêzîkatî der mirovî ye."

Derwîş diyar kir ku NY û hikumetên Sûriyê û Iraqê berpirsên tehdîdkirina jiyana 6 milyon sûrî ne.  Derwîş bang li wan kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku dev ji lîstina bi rêjeya avê berde.

Li gorî lihevkirina sala 1987`an a di navbera Şam û Enqereyê de girêdayî çemê Firatê, ji mafê Sûriyê ku di her saniyekê de 500 mître kabik ji avê bi dest bixe yanî bi qasî 2 hezar û 500 bermîl. Iraq jî bi rêjeya ji sedî 60 ji wê miqdarê werbigire. Lê Tirkiyê ji mehekê ve, vê lihevkirinê binpê dike û tenê miqdara di navbera 150 û 200 mître kabik de berdide.

Welat Derwîş anî ziman: "Tehdîdkirina jiyana xelkê Sûriyê bi qutkirina avê nêzîkatiyeke ne exlaqî ye, hêzên cîhanî yên li Sûriyeyê jî jê berpirsyar in."

Li gorî komîte û desteyên çandiniyê yên herêmên cuda, çemê Firatê derdora 400 hezar hektar zeviyên bi dexl û dan mîna çandî, baxçeyên fêkiyan ên li ser dirêjahiya beravên çemên Firatê li bakur û rojhilatê Sûriyê av dide.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din