NY: Çeteyên Tirkiyê zarokan dikujin û ev sûcekî şer e

NY’yê êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser herêma Til Rifetê xistin nava binpêkirinên xeternak ên qanûna mirovî ya navdewletî û sûcê şer ku bû sedema kuştina zarokan.

Berdevkê Meclisa Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) çeteyên dewleta Tirk bi kuştina 12 sivîlan ku 8 jê zarok in, li Til Rifetê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawanbar kirin.

Berdevkê Komseriyê Robert Colville wiha daxuyand: "Topbarana ku komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk a li nêzî dibistana Til Rifetê, herî kêm bû sedema kuştina 12 sivîlan, jê jî zarokên di navbera 3-15 saliyê de."

Berdevk bal kişand ser ku ji dema îmzekirina peymanê di navbera DYA’yê û dewleta Tirk a di 22’yê Cotmehê de, komseriyê bilindbûna êrişên bi erebeyên bombebarkirî li herêmên ku tê de şênî hene, wek sûkên li Hesekê, Reqa û Helebê, qeyd kirin.

Komseriyê wiha lê zêde kir: "Ev binpêkirin dê xwe bigihîne sînora bêserûberî û binpêkirina xeter a qanûna mirovî ya navdewletî û sûcên şer pêk tîne."

Topbarana hovane ya artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî navçeya Til Rifetê di 2’yê Kanûnê de, bû sedema qetilkirina gelek zarok.

(fr)

ANHA


Mijarên Din